Fistîk
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Mammalia
Kom: Carnivora
Famîle: Mustelidae
Binefamîle: Mustelinae
Cins: Vormela
Cure: V. peregusna
Navê zanistî yê latînî
Vormela peregusna
(Güldenstädt, 1770)
belavbûna Fistîkan

Fistîk[1], bûkinkê xar[2], mişkexore[3]an fisos[4] (Vormela peregusna) , cureyekî kûzeyan (Mustelidae) e.

Şayes biguhêre

 
Kulab, guh û poz

Dirêjiya fistîk di navbera 29-35 cm û giraniya mê di navbera 295-600 g, lê giraniya nêr di navbera 320-715 g..[1][2][3] Bêvila fistîkê kin e û guhên wê pir mezin in. Piyên fistîk kurt in û kulabên wê dirêj û xurt in. Dûvikê fistîk bi pirç û dirêj e. Nîşana reş û spî ser rûyê fistîk heye û bi xêzekê spî di nav çavan re derbas dibe û nîşanên spî ser devê wê xuya dikin. Rengê kurkê fistîk zer e bi xarên sor an qehweyî xemilandî ne.

Belavbûn biguhêre

Destpêka belavbûna fistîkan ji:Bulgaristan, Gurcistan, Kurdistan, Tirkiyê, Romanya, , Libnan, Sûrî, Urdun, Israîl, Filistîn, Ermenistan, Azerbaycan, Îran, Efxanistan, bakur-rojavayê Pakistan, Sirbistan, Mongolya, Çîn, Qazaxistan û ta çolên Altay in Sîbîrya li Rûsyayê diqede.[4]Lê di 1998 an de, fistîkek e li Sînay li Misrê hate dîtin.[5]

Jîngeh biguhêre

Fistîk li daristanan dijî ye.

Reftar biguhêre

Pirbûn biguhêre

Parêzî biguhêre

Xwarina fistîkê ji sihorê erdê, cirdê Libyayê (Meriones libycus), hameserê Ermenistanê (Cricetulus migratorius), mişkê zevî, mişkê kosnîg (Spalax lecocon ehrenbergi), mişkê malan (Mus musculus), kerguhê kovî, çûk, qirtîş, masî, beq, qepûşk,mêş û mûr (kêz û çirçirk) çêdibe, lê pir caran mêwe û giha dixwe.Heye ku mirîşk û koterîyan direvîne û dixwe. Fistîk bi diziyê goştê dûman kirî û penîr navdar e.

Rewşa parastinê biguhêre

Di sala 2008an de, Fistîk (V. peregusna) wek cureyê bê-parastin hate dabeşandin. Gelheyê fistîkan di 10 salên berê kêm bûn bi qas %30 gor lîsteya IUCN ya sor û sedema vê tiştê ew e, ku warên sirûştî bi gelek hatine hilweşandin û kêmasiya xwarina fistkê ji kojeran bi bikaranîna jehrê cirdon û mişkan.[6]Di sala 1996an de, fistîk ji cureyên kêmtirîn metirsî bû.

Binecure biguhêre

Şeş binecureyên fistîkan (Vormela peregusna) hatine danasîn

  • V. p. alpherakyi
  • V. p. euxina
  • V. p. negans
  • V. p. pallidor
  • V. p. peregusna
  • V. p. syriaca

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre