Veli Ağbaba

siyasetmedarek tirk

Veli Ağbaba (jdb. 3ê nîsana 1968an li Yazixan, Meletî), siyasetmedarek tirk û cîgirê serokê Partiya Gel a Komarî ye. Veli Ağbaba di serdemên 24, 25 û 26an de wek parlamenterê CHPê yê Meletiyê hatiye hilbijartin û di Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê de bûye endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan.[1] Ağbaba ji 8ê gulana 2014an û vir ve wekê alîkarê serokê giştî ya CHPê karê xwe didomîne û yekem car di hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê ya sala 2011an de bûye parlamenterê CHPê ya Meletiyê.

Veli Ağbaba
Image dans Infobox.
Veli Ağbaba (2026)
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Malatya (en)
dp.
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Anadolu University (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Partiya siyasî

Jînenîgarî biguhêre

Velî Ağbaba di 3ê nîsana sala 1968an de li gundê Qerece bi ser navçeya Yazixan a Meletiyê weke zarokê dêûbavê Huseyîn û Elîf Ağbaba hatiye dinyayê. Piştî ku xwendina xwe ya lîseyê li Lîseya Turan Emeksiz qedand di sala 1989an de li Eskîşehîrê Beşa Îdareya Karsaziyê ya Zanîngeha Anadoluyê ya Fakulteya Zanistên Aborî û Îdareyê qedand. Ağbaba di salên xwe yên zanîngehê de damezrîner û rêvebirê Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê bû û dibe endamê Navenda Civaka Eskîşehîrê û di nav tevgera ciwanên xwendekar de cih digire.[2][3]

Kariyera siyasî biguhêre

Veli Ağbaba di sala 1993an de tevlî Partiya Sosyal Demokrat a Populîst (SHP) bû û di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyeyê ya sala 1994an de wekê endamê meclîsa Şaredariya Meletiyê hatiye hilbijartin û dibe Serokê Koma Meclisa Şaredariyan a Tirkiyeyê ya herî ciwan. Piştî yekbûna Partiya Gel a Komarî (CHP) û (SHP) di kongreya ku di 18ê sibata sala 1995an de hate li darxistin, wekê hesabgiriya parêzgehê ya CHPê û sekreterê perwerdeya parêzgehê û wekê nûnerê kongreyê xebatên xwe meşand. Di sala 1998an de di Kongreya Parêzgehê ya Meletiyê de weke Serokê CHPê Meletiyê hatiye hilbijartin.

Di hilbijartinên giştî ya Tirkiyê ya sala 2002an de dibe berbijarê parlamenterî ya CHPê û di hilbijartinên giştî ya Tirkiyê ya sala 2007an de careke din dîsa dibe berendamê parlamenteriya CHPê ya Meletiyê. Di navbera salên 2003 û 2005an de wekê endamê Lijneya Disîplîna Bilind a CHPê û di sala 2004an de jî wekê Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya CHPê kar kiriye. Beriya hilbijartinên giştî ya ku di sala 2011an de tê kirin, di navbera 6ê adara sala 2010an û 10ê çileya sala 2011an de wekê Serokê Parêzgeha Meletiyê ya CHPê xebitiye. Di hilbijartinên giştî ya Tirkiyê ya sala 2011an di hilbijartinên seretayî de li ser esasê delegeyan dibe namzedê parlamenteriyê yê 1emîn û wekê parlamenter hate hilbijartin. Di wî demê de wekê Endamê Komîsyona Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê, Komîsyona Hawirdorê û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê dixebite. Li gel wekîlê Manîsayê Özgür Özel Komîsyona Girtîgehan a CHPê ava kir û erka berdevkiya komîsyonê wergirt. Bi rêya vê komîsyonê dozên siyasî yên li Tirkiyeyê şopand û serdana girtiyên siyasî li girtîgehan kir.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "TÜRKİYE BÜYÜK MİLLET MECLİSİ". www.tbmm.gov.tr. Roja gihiştinê 30 adar 2023.
  2. ^ "Cumhuriyet Halk Partisi". chp.org.tr. Roja gihiştinê 30 adar 2023.
  3. ^ "TÜRKİYE BÜYÜK MİLLET MECLİSİ". www.tbmm.gov.tr. Roja gihiştinê 30 adar 2023.