The Big Bang Theory sîtkomeke televîzyonê ya amerîkî ye ku ji aliyê Chuck Lorre û Bill Prady ve hatiye afirandin. Rêzefîlm li ser CBSê di 24ê îlona 2007an de cara pêşîn hatiye pêşandan, û di 16ê gulana 2019an de qediya ku di 12 sezon de 279 beş hatine weşandin.[1]

The Big Bang Theory
Cure Komedî
Welat DYA
Ziman Inglîzî
Rewşe Xelas bûye

Rêzefîlm çîroka jiyana pênc karakterên ku li Pasadena, Californiayê dijîn, dikir: Leonard Hofstadter (Johnny Galecki) û Sheldon Cooper (Jim Parsons), her du fizîknasên Caltechê ne ku di apartmanekê de dijiyan; Penny (Kaley Cuoco), garsoneke ku dixwaze bibe aktrîsek û li hemberê mala Leonard û Sheldonê dijiya û hevalên Leonard û Sheldon ên bi qasî wan geek in, endezyarê hewayê Howard Wolowitz (Simon Helberg) û stêrfizîknas Raj Koothrappali (Kunal Nayyar).[2]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "The Big Bang Theory: Cast & Details".
  2. ^ Pierce, Scott D. (8 çiriya pêşîn 2007). "He's a genius". Deseret News. Ji orîjînalê di 23 gulan 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2008.