Tengrîzm
Tengrîzm (ku bi navê Tengrîîzm, Tengerîzm, an Tengrîanîzm jî tê zanîn) dînekî etnîk ya tirkî, yenîseyî, mongolî ye ku ji stepên Ewrasyayê derketiye holê û li ser bingeha şamanîzm û anîmîzmê ye.
Ew xwedayê xwe yê esmanê Tengrî diperêzin. Di tengrîzmê de gur jî wekî heyînên pîroz têne hesibandin. Armanca jiyanê li gor tengristanê ew e ku bi gerdûnê re lihevhatî bijî.[1]
Beriya hatina îslam, xirîstiyantî û cihûtiyê hemû tirk û hinek jî mongol tengrîst bûn.[2] Tengrîz îro pir piçûk e her çend gelek tirk lê vedigerin.[2] Ev têgîn çend tevger û hînkirinên olî yên xwecihî yên tirkî yên hemdem jî vedibêje. Hemû peyrewên wî yên di tengrîsê de yekxwedayî ne û tenê tengrîsê diperêzin.[2]
Tengrîzma nûjen
biguhêreTengrîzmî şirk bû lê paşê bû yekxwedayî, û tenê Tengrî diperizin. Ew li ser başî û xerabiya bingehîn hîn dike ku Tengrî xwedê nûnertiya qenciyê dike û Erlîk jî şeytan nûnerê xirabiyê ye.[3][4][5][6][7]
Tengrî di dînê gelên pêşî yên tirk de xwedawenda yekem a bingehîn e. Piştî ku tirkan dest bi koçberiyê kirin, ji Asyaya Navîn derketin û bi olên yekxwedayî re rû bi rû man, Tengrîzm ji eslê pagan/polîxwedayî hate guherandin.[4]
Li gorî tengrîzmê, çiyayê Çiyayê Xan Tengrî axa pîroz e û navê wî Tengrî ye. "Xan Tengrî" tê wateya "Qralê Tengrî".[8][9]
Tengrîzm oleke kevnar bû ku bi piranî piştî belavbûna xiristiyantiyê û paşê jî îslamiyetê winda bû. Gelek tirkan di salên 1990î de, bi taybetî li Qirgizistan, Qazaxistan, Tirkiyeyê hewl dan ku tengrîzm vejînin.[10]
Piştî ku Atatürk di sala 1923an de Tirkiyeyê ava kir, îdeolojiya neteweperest a turanîzm, kemalîzm û panturkîzmê bû alîkar ku Tengrîzm zêde bibe. Îslam pir bisînor bû, lê destûr dan ku peyrewên tengrîzmê bi azadî hebûna xwe bidomînin. Piraniya peyvên erebî, farisî û kurdî ji tirkî hatine derxistin. Atatürk ji bo Xwedê peyva “Allah” qedexe kir û li şûna wê “Tengrî” kir.[11]
Nivîskar û dîroknasê navdar ê tirk Nihâl Atsız tengrîst û îdeologê turanîzmê bû.[12]
Tengrîzmê pir hindik alîgirên çalak hene, lê vejandina oleke neteweyî di derdorên rewşenbîr û neteweperest de gihîştiye asteke mezin. Serokên berê yên Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev û Asker Akayev, Tengrîzmê wek ol û xwezaya neteweyî ya gelên tirk bi nav kirin.[13] Di gera xwe ya Rûsyayê de di sala 2002 de, Akayev got ku seredana Çemê Yenîseyî "ji bo tirkan û tengrîstan ziyareta cîhekî pîroz e." Şopdarên tengrîzmê her tim digotin Îslamiyet ji gelên tirk re jî xerîb e, xirîstiyantî û cihûtî jî biyanî ye. Şagirtên tengrîzmê bi piranî tirkên neteweperest ên ji Tirkiye, Azerbaycan û Asyaya Navîn in. Hejmarek mezin ji tirkan ji îslamê derdikevin û tevlî tengrîzmê dibin.[14]
Herweha bibin
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ York, M. (2018). Pagan Mysticism: Paganism as a World Religion. Vereinigtes Königreich: Cambridge Scholars Publishing. p. 250
- ^ a b c Laruelle 2006.
- ^ "History of Civilizations of Central Asia, Vol. 4". unesdoc.unesco.org. Roja gihiştinê 7 kanûna pêşîn 2022.
- ^ a b Klyashtornyj, Sergei G. (2008). Spinei, V. and C. (ed.). Old Turkic Runic Texts and History of the Eurasian Steppe. Bucureşti/Brăila: Editura Academiei Române; Editura Istros a Muzeului Brăilei.
- ^ Róna-Tas, A. (1987). W. Heissig; H.-J. Klimkeit (eds.). "Materialien zur alten Religion den Turken: Synkretismus in den Religionen zentralasiens" [Materials on the ancient religion of the Turks: syncretism in the religions of Central Asia]. Studies in Oriental Religions (in German). Wiesbaden. 13: 33–45
- ^ Leeming, David A., edîtor (2001). "Turko-Mongol Mythology". A Dictionary of Asian Mythology. Oxford and New York: Oxford University Press. doi:10.1093/acref/9780195120523.001.0001. ISBN 9780199891177.
- ^ Jean-Paul Roux, Die alttürkische Mythologie, p. 255
- ^ Wilkinson, Philip (1 tîrmeh 2009). Myths and Legends: An Illustrated Guide to Their Origins and Meanings (bi îngilîzî). Dorling Kindersley Limited. ISBN 978-1-4053-4403-6.
- ^ Wilkinson, Philip (2 çiriya pêşîn 2003). Myths and Legends. Stacey International. r. 163. ISBN 978-1900988612. Ji orîjînalê di 14 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 îlon 2016.
- ^ Saunders, Robert A.; Strukov, Vlad (2010). Historical Dictionary of the Russian Federation. Lanham, MD: Scarecrow Press. rr. 412–13. ISBN 978-0-81085475-8.
- ^ Bacqué-Grammont, Jean-Louis; Roux, Jean-Paul (1983). Mustafa Kemal et la Turquie nouvelle (bi fransî). Paris: Maisonneuve et Larose. ISBN 2-7068-0829-2.
- ^ Saraçoǧlu 2004.
- ^ Laruelle 2006, rr. 3–4.
- ^ Laruelle 2007, r. 213.
Bîbliyografî
biguhêre- Saraçoǧlu, Cenk (2004). Nihal Atsiz's World-view and Its Influences on the Shared Symbols, Rituals, Myths and Practices of the Ülkücü Movement. Universitäts- und Landesbibliothek Sachsen-Anhalt.
- Laruelle, Marlène (22 adar 2006). "Tengrism: In Search for Central Asia's Spiritual Roots" (PDF). Central Asia-Caucasus Analyst. 8 (6): 3–4. Ji orîjînalê (PDF) di 7 kanûna pêşîn 2006 de hat arşîvkirin.
- Laruelle, Marlène (2007). "Religious revival, nationalism and the 'invention of tradition': political Tengrism in Central Asia and Tatarstan". Central Asian Survey. 26 (2): 203–16. doi:10.1080/02634930701517433. S2CID 145234197.