Teşîreşkê biçûk

Teşîrêşkê biçûk
Nêr (li rastê) û mêyên teşîrêşkên biçûk
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Falconiformes
Famîle: Falconidae
Cins: Falco
Cure: F. naumanni
Navê zanistî yê latînî
Falco naumanni
Fleischer, 1818
Belavbûna teşîrêşkê biçûk di Havîn û zivistanê.

Teşîrêşkê biçûk, teşîreşkê biçûk an bangovik (Falco naumanni)[2], cureyekî şimqaran (Falco) e.

Şayes biguhêre

Dirêjiya teşîrêşkê biçûk qasî 27–33 cm û dirêjiya baskan 63–72 cm. Teşîrêşkê biçûk nola teşîlok xuya dike lê dûvika wî kin e. Rengê pişta teşîrêşkê biçûk qehweyî û beşa binî gewrê xêzxêzokî ye. Ser û dûvika teşîrêşkê biçûk gewr in wekî teşîlokê, lê deqên tarî ser pişta wî hindiktir in, gupa wî bi xêzên reş in û pîneyên gewr ser baskan xuya dikin.

Reftar biguhêre

Teşîrêşkê biçûk hêlînên xwe ser avahiyan, kendalan û di kunên daran çêdike ji bo ji 3-6 hêkan bike. Teşîrêşkê biçûk şimqarekî koçer e di havînê de û werzê zivistanê li Afrîkayê bakur, Pakistan û carinan li Hindistan û Îraqê derbas dike

Parêzî biguhêre

Teşîrêşkê biçûk mêş û mûr pir caran dixwe, lê balindeyên biçûk, xijende û kojeran bi taybetî mişk jî dixwe.[3]

Belavbûn biguhêre

Belavbûna teşîrêşkê biçûk ji Deryayê Spîyê Navîn li Spanya û Morokê destpê dike û di Asyayê navîn bi alî başûrê ta Çîn û Mongolya diqede. Teşîrêşkê biçûk li welatên Afrîkayê navîn û başûr dijî ye.

Pêşangeh biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ BirdLife International (2012). "Falco naumanni". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2012.
  2. ^ wek li Kurdaxê li Rojavayê Kurdistanê navkirin
  3. ^ "Falco_naumanni". Animal Diversity Web. University of Michigan. Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2008.

Girêdanên derve biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Teşîreşkê biçûk de hene