Gotûbêja kategoriyê:Superlehengên ajal

Şiroveya dawî: Doh di 19:03 de ji aliyê MikaelF ve di mijara Ajal? de

Ajal?

biguhêre

Silav @Avestaboy, ajal? MikaelF (gotûbêj) 21:58, 12 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide

@MikaelF
https://m.youtube.com/watch?v=RtZPvHOgp-c Avestaboy (gotûbêj) 22:04, 12 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav @Avestaboy, @Penaber49, @Ferrus, @Gomada, @Biyolojiyabikurdi, @Balyozxane, @Guherto, @Bikarhêner, erê, çend canewar/heywan ajal/ajel in, wek mêşin, çêlek, beraz, bizin... (bi tirkî jê re dibêjin "çiftlik hayvanlari"); lê, gelo şêr, hirç, rovî, hespê çemî, mar û canewerên din ên kovî ajal in? MikaelF (gotûbêj) 08:14, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
Ajal û heywan 2013 --MikaelF (gotûbêj) 08:44, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF Berê gotarên Ajalên hovî û Ajalên kedî hebûn. Ji ber ku şerê peyvan hebû (ajal û heywan) paşê herdu gotar ji aliyê te wek Zîndewerên kedî û Zîndewerên kovî hatibûn guhertin. Mesela pirtûkeke duzimanî (almanî û kurdî) ji aliyê Susanne Böse û Jens Reinert ve bi sernavê Unsere Haustiere - Ajalên me yên kedî heye. Peyvên wek ajaldarî hene .Heke ema guman hebin em dikarin birêz @Biyolojiyabikurdi jî bipirsin. Avestaboy (gotûbêj) 09:53, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
https://www.tamakai-books.de/de/Kurdisch/unsere-haustiere-kinderbuch-in-deutsch-und-kurdisch-kurmanci.html Avestaboy (gotûbêj) 10:05, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide

Silav ji we hemûyan re,

Zîndewerên li ser rûyê erdê di 5 cîhanan de (kingdom) tên polenkirin

1 Cîhana monereyan

2. Cîhana protîstan

3. Cîhana karokan

4. Cîhana riwekan

5. Cîhana ajalan

Ajalên birbiredar û yên nebirbiredar hene.

Îsfenc, kurm, dûpişk, mêşhingiv mînak in bo ajalên nebirbiredar.

Ajalên birbiredar ji 5 polan pêk tên.

1.Masî, 2.Bejavî, 3.Xişok, 4.Balînde û 5.Memikdar

Bi kurtî, heke tiştek zîndewer be, ew tişt yek ji endamê cîhanên jor e. Mirov ajalek memikdar e. Mar ajalek xişok e. Mirîşk ajalek balînde ye.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 14:08, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide

Dembaş @Biyolojiyabikurdi, gelo tu etîmolojiya peyva "ajal" dizanî? Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 15:54, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav @MikaelF, min heta niha li ser etîmolojiya peyvan xebat nekiriye, loma etîmolojiya peyva ajal jî tê de, ez etîmolojiya peyvan nizanim. Di hin çavkaniyan de li dewsa "ajal", "ajel" hatiye bikaranîn, lê ez nizanim ka kîjanê rast e. Ez bi salan e beyî ko etîmolojiya vê peyvê bizanîbim, ji ber ko bilêvkirina wê hêsan e, min di xebatên xwe de "ajal" bi kar anî.
Di ansîklopediya zarokan de (Narayana Press / Danmark 2004 ISBN: 91-89675-32-0) di 21 cihên cuda de peyva "ajel" bi wateya "animal" a înglîzî hatiye bikaranîn.
Di ferhenga Dr Seydo Homan a bi navê "Nûjdarî û ingilîziya nûjdariye" de peyv wekî "ajal" hatiye bikaranîn. Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 17:10, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav MikaelF. Li ser Wîkîferhengê etîmolojiya peyvê binêre: wikt:ajel#Etîmolojî û wikt:Gotûbêj:ajal#Etîmolojiya peyvê. Ghybu (gotûbêj) 18:26, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu, ahaa, gelek spas, tu her hebî! MikaelF (gotûbêj) 19:03, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
@Biyolojiyabikurdi, gelek spas ji bo bersiva te, mamoste. Bimîne di xêr û xweşiyê de. MikaelF (gotûbêj) 19:01, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Superlehengên ajal".