Zirne yan zirna amûreke muzîkê ya pifkirinê ye xwediya dengekî bilind e ku bi daholê re dengekî pir xweş û lihevhatî çêdike, bi taybetî di govend û dîlanên kurdan de tê bikaranîn, ku mirov li gel hemû kurdan dibîne heyabê li gel kurdên penaber jî hene ev jî tê wateya ku girêdana wê bi neteweya kurdî re pir kevin e.

Du zirneyên textîn

Etomolojî biguhêre

Etomolojiya peyva zirne jî bi zimanên îraniye bi taybetî kurdî ye, belavbûna wê li Rojhilata Navîn û hidê di riya koçên kurdan çêbûye ji ber ku li hemû deveran navê wê zirne ye.

Zirr tê wateya "govend, cejn, zemawend" û ney jî "bilûr" e, hevreha farisî سرنای, surnay e[çavkanî hewce ye].

Navê gundekî biguhêre

Navê yek ji bajarên parêzgeha Îlam ser bi Rojhilatê Kurdistanê li ser welatê Îran jî ye[çavkanî hewce ye].

Çavkanî biguhêre