Zinar Sozdar (jdb. 1972 li Qizilce, Depê ,Bakurê Kurdistanê) hunermendekî muzîka kurdî ye.

Kurtejiyan biguhêre

Di sala 1972an de li gundê Qizilce ya ser bi Depê ve hate dinê. Dema hatiye dinê malbata wî pir feqîr bûye. Tevî wî ee şeş bira û şeş xwişk in. Ew î Dibistana seretayî li gund xwend. Bi piştre ji bo xwendina xwe ya navîn çû bajarokê Depê. Kekê wî di sala 1984an de li Ewropayê tevî têkoşîna neteweyî bûbû. Sala 1987an dema ew li lîseyê di sinifa yekem de bû, kekê wî li bajarê Dêrsimê şehîd ket. Ji ber vê yekê ew mecbûr ma û terka dibistanê û ya bajarokê Depê kir. Piştî ku ji Depê veqetiya, ew rasterast çû Ewropayê cem bavê xwe. Bavê wî di salên 1970î de çûbû Ewropayê, li Elmanyayê bi cihûwar bûbû. Zinar Sozdar li Elmanyayê pêşî fêrî zimanê Elmanî bû. Bi piştre di dawiya perwerdehiya sê salan de wî wek asîstanê fizîkê lîseyê xelas kir. Paşê xwendina zanîngehê heq kir û di sala 1993an de dest bi beşê komputerê kir. Zinar Sozdar di sala 1999an de wek muhendîsê komputerê bi serfirazî beşê komputerê xelas kir. Niha di şîrketeke taybet a Elmanî de wek muhendîsê komputerê dixebite.

Berhemên wî biguhêre

  • Welat Dûrem-Herdê Depê - 1993
  • Gula Baxçê Min
  • Min Bêriya Te Kir
  • Hesreta Welat - 2007

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

Hevpeyvîn bi Zinar Sozdar re, www.netkurd.org, Amadekar: Mustafa Gazî 3.4.2007