Zimanî Palewî (Herweha: Pehlewî) zimanêke ke le serdemî Eşkaniyekan u sasaniyekan da baw bû. Zimanî Palewîy Eşkanî ke hendêk car «Palewîy Bakûrî» ya «partî» pêdelên le salî 250y ber le zayîn û diway hatine ser karî Eşkî yekem dest pêdeka û heta salî 224î duway zayîn û ruxanî destelatî Eşkaniyekan zimanî fermî bûwe. Le diway em zimane, zimanî Palewîy Sasanî ke hendêk car «Palewîy Başûrî pêdelên zimanî fermî bûwe. Em zimane le salî 651î diway zayîn be kujranî diwayîn padşay sasanî, Yezdgurd kotayî pêdê.

Emaneş bibîne biguhêre

Serçawekan biguhêre

  • Nanewazade, Elî, Ferhengî pehlewî, Taran, Çapemenî tewekulî, l 5, 2002, ISBN 964-5821-15-0
  • Zebîhî, Ebdurrehman, Qamûsî zimanî kurdî, Wirmê, Nawendî bilawkirdinewey ferheng u edebiyatî kurdî, l 25 u 26, 1367