Zimanê sumerî (𒅴𒂠 Eme-gir15 "zimanê xwemalî")[1][2] zimanê zikmakî yê sumeriyan e ku di sala 4000 b.z. de li Başûrê Mezopotamyayê hatiye axaftin. Di destpêka sala 2000ê b.z. de zimanê akadî cihê zimanê axaftinê wergirtiye[3] Zimanê Sumeriyan li Mezopotamyayê heta sedsala 1em b.z. wek zimanekî pîroz, wêjeyî, merasîmî û zanistî hatiye bikaranîn.[4] Ziman heta sedsala 19an hatiye û piştre hatiye jibîrkirin. Berevajî zimanên din ên ku li Mezopotamyayê hatiye axaftin, sumerî zimanekî îzolekirî ye.

Sumerî
𒅴𒂠
Emegir

Lîsteyeke diyariyan, Adab (en), Sedsala 26an b.z.

Welatên lê tê axaftin Sumer û Akad
Dîroka pêkhatinê ~ 3000 b.z.
Herêm Mezopotamya
Dîroka mirîbûnê 2000 – 1800 b.z.
Malbata zimanî Zimanê îzolekirî
Şiklê kevn
Sîstema nivîsê Nivîsa mîxî
Kodên zimanî
ISO 639-2 sux
ISO 639-3 sux

Kronolojî biguhêre

Dîroka nivîsandina Sumeriyan bi van dîrok û serdeman re hatiye dabeş kirin:

Sumeriya Arkaîk, qonaxa yekem a nivîsên bi naveroka zimanî ye ku ji serdema Jemdet Nasr (Uruk III) e di sedsalên 31 û 30ê berî zayînê dest pê dike. Serdema proto-wêjeyî, ku sedsalên 35 û 30ê b.z. vedigire, bi ser dikeve.

Têgîna "Post-Sumerian" tê vê wateyê ku dema ku ziman ji hêla Babîliyan û Asûriyan ve ji holê rabûbû û tenê ji bo mebestên olî, hunerî û zanistî wekî zimanek lîturgîkî û klasîk hate parastin. Winda bûna zimanê sumerî bi awayekî kevneşopî heta dawiya Xanedaniya Sêyem a ye.

Dewleta herî dawî ya bi piranî Sumerî li Mezopotamyayê, di sala 2000ên b.z. de ye, lêbelê ev dîrok bi texmînî ye. Ji ber ku gelek zanyar îdîa dikin ku Sumer di wî dîrokê jixwe mirî bûn. Hinek zanyarên din bawer dikin ku axaftina zimanê sumerî li Mezopotamya Başûr, ji sala 2100ê b.z.ê heta 1700ê b.z.ê hatiye.[5]

Kategorîkirin biguhêre

Li gorî nêrîna giştî ya di cîhana zanistî de, Sumerî zimanek veqetandî ye ku têkiliya wî bi tu zimanê naskirî re tuneye, zimanekî îzolekirî ye.[6][7] Tevî ku lêkolînên amator û profesyonel ji bo sazkirina têkiliyan bi malbatên zimanên cihêreng re hatine kirin, lê ev lêkolîn bi gelemperî hêj nehatine pejirandin.[8]

Cûreyên zimanê sumerî biguhêre

Cûreya standard a sumeriyan Emegir (𒅴𒂠 eme-Gir₁₅) bû. Cihêrengiyeke berbiçav yan jî sosyolekt, Emesal (𒅴𒊩 eme-sal) bû. Dibe ji bo ku wekî "zimanê fine" yan "dengê bilind-vegirtin:" (Rubio 2007, p. 1369), bên şîrovekirin . Cûreyên din ên ji bo devokan yan qeydan eme-galam jibo "zimanê bilind", eme-si-sa jibo "zimanê rast", eme-te-na jibo "zimanê zirav" û hwd.[9]

Emesal, di hinek nivîsên edebiyatê de bi taybetî ji aliyê karakterên jin ve hatine bikar anîn (dibe ku bi zimanên jinan an cûrbecûr zimanên ku di hinek çandan de hene yan jî hebûne, wek mînak di nav Çûkçî û Garifuna de, were berhev kirin). Bi awayekî din jî Emesal di hinek celebên stranên kultê de serdest e, mîna stranên ku ji aliyê kahînên Galayê ve têne gotin. Taybetmendiyê din ên cûreya Emesal ev bû ku bi piranî fonolojîk bû.[10]

Pergala nivîsandinê biguhêre

 
Tableteke nivîsa sumerî ya forma bizmarî.

Sumerî yek ji wan zimanên yekem e ku hatiye nivîsîn. Ji ber awayên nîşanên ku li ser lewheyên keliya şil, bi awayê bizmarê hatine xuliqandin, ji sîstema nivîsandina ku ji bo xwendina zimanê Sumerî hatiye bikar anîn jê re "Nivîsa Bizmarî" tê gotin.

Di qonaxên destpêkê yên nivîsandina Sumeriyan de nîşaneyên berçav ên ku wateya xwe bi awayekî kevneşopî bi formeke zimanî ve girê didin, hatin bikaranîn. Ew bi awayekî şematîk sembolekê, tiştekî rastîn an jî fîgûrekê temsîl dikin. Mînakeke vê qonaxê di tableta Kiş de hatiye dîtin. Lêbelê, bi demê re, nivîsandina Sumerî ji nîşanên fîgûrî veguheste îşaretên dirêjtir. Di sala 2600ê b.z. de logogram pirtir belav bûn û forma bizmarî derkete holê.

Forma arkaîk, di her rewşê de, bi formên berê yên pêş-formê re hevbeş bû. Lêkolînerên wekî Rosengarten (1967) 468 nîşanên ku di Sumeriya pêş-Sargonî ya li bajarê Lagashê hatiye bikaranîn, navnîş kirine.

Dema ku axêverên Sumeran li dor sala 1900ê berî zayînê winda bûn, zimanê wan ji aliyê Akadiyan ve berdewam bû. Bi kêmbûna axêverên zikmakî yên sûmerî re zimanê sûmerî berdewam kir û wekî zimanê navgînek vegotina edebî û çandî hate bikaranîn.

Nivîsa sumerî biguhêre

Ev nivîs, li dora 2400ê b.z.ê de behsa destpêka şerekî di navbera bajar-dewletên Lagaş û Umanê dike.

 
Konî ya Enmetena, Padîşahê Lagash, Odeya 236 Çavkanî AO 3004, Muzexaneya Louvre
I.1–7 𒀭𒂗𒆤 𒈗 𒆳𒆳𒊏 𒀊𒁀 𒀭𒀭𒌷𒉈𒆤 𒅗 𒄀𒈾𒉌𒋫 𒀭𒊩𒌆𒄈𒋢 𒀭𒇋𒁉 𒆠 𒂊𒉈𒋩
den-lil2 lugal kur-kur-ra ab-ba dig̃ir-dig̃ir-re2-ne-ke4 inim gi-na-ni-ta dnin-g̃ir2-su dšara2-bi ki e-ne-sur
"Enlil, padîşahê hemî welatan, bavê hemî xwedayan, bi fermana xweya hişk, sînorê di navbera Ningirsu û Šara de danî."
8–12 𒈨𒁲 𒈗𒆧𒆠𒆤 𒅗 𒀭𒅗𒁲𒈾𒋫 𒂠 𒃷 𒁉𒊏 𒆠𒁀 𒈾 𒉈𒆕
me-silim lugal kiški-ke4 inim dištaran-na-ta eš2 gana2 be2-ra ki-ba na bi2-ru2
"Mesilim, padîşahê Kiš, bi fermana Itaran, zevî pîvand û nîşanek li wir danî."
13–17 𒍑 𒉺𒋼𒋛 𒄑𒆵𒆠𒆤 𒉆 𒅗𒈠 𒋛𒀀𒋛𒀀𒂠 𒂊𒀝
uš ensi2 ummaki-ke4 nam inim-ma diri-diri-še3 e-ak
"Rêveberî Umma Ush, bi rengek nedîtî tevgeriya."
18–21 𒈾𒆕𒀀𒁉 𒉌𒉻 𒂔 𒉢𒁓𒆷𒆠𒂠 𒉌𒁺
na-ru2-a-bi i3-pad edin lagaški-še3 i3-g̃en
"Wî ew nîşan hilweşand û ber bi deşta Lagaşê ve meşiya."
22–27 𒀭𒊩𒌆𒄈𒋢 𒌨𒊕 𒀭𒂗𒆤𒇲𒆤 𒅗 𒋛𒁲𒉌𒋫 𒄑𒆵𒆠𒁕 𒁮𒄩𒊏 𒂊𒁕𒀝
dnin-g̃ir2-su ur-sag den-lil2-la2-ke4 inim si-sa2-ni-ta ummaki-da dam-ḫa-ra e-da-ak
"Ningirsu, şervanê Enlil, bi emrê xwe yê dadmend, bi Umma re şer kir."
28–31 𒅗 𒀭𒂗𒆤𒇲𒋫 𒊓 𒌋 𒃲 𒉈𒌋 𒅖𒇯𒋺𒁉 𒂔𒈾𒆠 𒁀𒉌𒍑𒍑
inim den-lil2-la2-ta sa šu4 gal bi2-šu4 SAḪAR.DU6.TAKA4-bi eden-na ki ba-ni-us2-us2
"Li ser fermana Enlil, wî tora xweya şer a mezin avêt ser wî û li ser deştê gom li ser hev kir."
32–38 𒂍𒀭𒈾𒁺 𒉺𒋼𒋛 𒉢𒁓𒆷𒆠 𒉺𒄑𒉋𒂵 𒂗𒋼𒈨𒈾 𒉺𒋼𒋛 𒉢𒁓𒆷𒆠𒅗𒆤
e2-an-na-tum2 ensi2 lagaški pa-bil3-ga en-mete-na ensi2 lagaški-ka-ke4
"Eannatum, rêveberê Lagash, apê Entemena, rêveberê Lagaš"
39–42 𒂗𒀉𒆗𒇷 𒉺𒋼𒋛 𒄑𒆵𒆠𒁕 𒆠 𒂊𒁕𒋩
en-a2-kal-le ensi2 ummaki-da ki e-da-sur
"Sînorê Enakaleyê, bi serwerê Umanê re sererast kir"

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "epsd2/sux/emegir[Sumerian]". oracc.iaas.upenn.edu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 25 tîrmeh 2021.
  2. ^ "Sumerian language". etcsl.orinst.ox.ac.uk (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 25 tîrmeh 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 tîrmeh 2021.
  3. ^ Woods C. 2006 “Bilingualism, Scribal Learning, and the Death of Sumerian.” In S.L. Sanders (ed) Margins of Writing, Origins of Culture: 91-120 Chicago
  4. ^ Joan Oates (1979). Babylon [Revised Edition] Thames and Hudston, Ltd. 1986 p. 30, 52–53.
  5. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 29 nîsan 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 nîsan 2013. Roja gihiştinê 16 îlon 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ Crawford, Harriet (29 tebax 2013). The Sumerian World (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-136-21912-2.
  7. ^ Kaye, Alan S. (30 hezîran 1997). Phonologies of Asia and Africa: (including the Caucasus) (bi îngilîzî). Eisenbrauns. ISBN 978-1-57506-019-4.
  8. ^ Kaye, Alan S. (30 hezîran 1997). Phonologies of Asia and Africa: (including the Caucasus) (bi îngilîzî). Eisenbrauns. ISBN 978-1-57506-019-4.
  9. ^ Auroux, Sylvain; Koerner, E. F. K.; Niederehe, Hans-Josef; Versteegh, Kees (14 tîrmeh 2008). History of the Language Sciences / Geschichte der Sprachwissenschaften / Histoire des sciences du langage. 1. Teilband (bi îngilîzî). Walter de Gruyter. ISBN 978-3-11-019400-5.
  10. ^ Kaye, Alan S. (1 kanûna paşîn 2007). Morphologies of Asia and Africa (bi îngilîzî). Eisenbrauns. ISBN 978-1-57506-109-2.