Zimanê pehlewî yê eşkanî

zimaneke dîrokî.nav malbata zimanande cihê wî zimanê îndo-ewrupayen daye

Zimanê pehlewî yê eşkanî - an jî zimanê pehlewanî an zimanê partî[1] - zimanê gel, keyetî û xanedana eşkaniyan bû. Di dema 250ê berî zayînê heta sala 224 de li kêleka aramî wek zimanê fermî yê keyekseriya eşkaniyan hat bikaranîn û di dema Sasaniyan de dijîya û tê zimanê Sasanî şûna wê girt.

Zimanê pehlewanî
Partî
Pahlawānīg
Welatên lê tê axaftin
Axiverên zimanê zikmakî
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Sîstema nivîsê Partiya neqşî, elfabeya maniyî
Kodên zimanî
ISO 639-3 xpr

Ziman û peywendî bi kurdiyê re biguhêre

Ji zimannasên ewropayî yên navdar weke Jost Gippert[2][3] yan jî Gernot Windfuhr[4] hat nivîsîn ku zimanê pehlewanî pêşrewê hemû zimanên îraniyên bakûr rojavayî ye wek gilekî, talişî, semnanî, mazenderanî û bi taybetî jî ji zimanên kurdî. Tê gotin ku piştî cihgirtina Pehlewaniyan (Eşkaniyan) li şûna Medan li navenda Medan a Ekbatana (Hemedana îro) ew ziman bandora xwe daye zimanên îraniyên bakûr rojavayî yên ku li nav wan de zimanên kurdî jî hene. Îro bi taybetî zimanê Kirmanckî/Zazakî li zimanê Pehlewaniya emperyala Eşkaniyan nêzîk e û pir wekheviyan nîşan dide. Zimannas û zanyarê Mehrdad Izady[5] îdîa dike ku pê re, zimanê pehlewanî û xwe navê Pehlewan, Pehle, Pahla û hwd. li Kurdistanê hîna dijîn. Jê nimûneyek navê zimanê Feyliyan e ku bi eslê xwe û berê Îslamê wek Pehlî hat nasîn. Ji ber ku di alefbayê erebiyê de tîpê p tine ye, ji vê demê ve bo vî zimanê kurdî, Feylî hat gotin. Her wiha tê zanîn ku li Kurdistana Rojhilatê devereke bi navê Pahla heye ku tê de hîna Kurdên feylî û lekî dijîn.

Berhevdana zimanê pehlewanî bi zimanên kurdî re biguhêre

Zimanên Kurdî zimanê pehlewî yê eşkanî
K. bakûrî K. nawendî K. başûrî Lekî Hewramî Kirmanckî
ez min min min min ez ez
ba ba wa va wa va wat
baran baran waran, warşit waran, veşt waran, weşt varan waran
bêj- wêj- wîş- - waç- vac-, vaj- waj-
zava zawa zawa zuma zema zama zamat
roj roj rûj rûj ro roce, roje roj
jin jin jin jen jenî cenî jen
xwarin xwardin xwardin hwardin wardey werdene wxarden
masî masî masî - masaw mase masyag
nivêj, nimêj nwêj nwîj - nima nimaj nimaj

Çavkanî biguhêre

  1. ^ ŞUCAÎ, Behroz (2001). "Zimanê partî" (PDF). Kovara Kurmancî. 28: 1, 2. Ji orîjînalê (PDF) di 8 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 îlon 2020. {{cite journal}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 15 tîrmeh 2020 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
  2. ^ * Jost Gippert: Die historische Entwicklung der Zaza-Sprache, in: Ware - Zeitschrift der Zaza-Sprache und Kultur 1996, Baiersbronn. Online: http://zazaki.de/deutsch/aufsaezte/gippert-entwicklung%20zaza.pdf Girêdana arşîvê 2016-03-04 li ser Wayback Machine
  3. ^ * Jost Gippert in Ferdinand Hennerbichler (2009): Die Kurden - Geschichte des kurdischen Volkes von Anfängen bis zur Gegenwart
  4. ^ Gernot Windfuhr: Kurdish Complex, Personal Webpage of Ferdinand Hennerbichler (2011) http://www.hennerbichler.info/-kurdish-complex-.html Girêdana arşîvê 2013-08-28 li ser Wayback Machine
  5. ^ M. Izady (1992): The Kurds: A Concise Handbook, Taylor & Francis Publishers