Ji bo maneyên din li Mazenderanî binêre.

Mazendaranî an jî tebarî zimanek e ku li herêma Mazenderan a Îranê diaxivin. Ew yek ji şaxên Hind û ewropî û dikeve zimanên îranî yên bakurê rojavayê.

Mazenderanî
Mazänderuni مازرونی
Tabäri تبری
Welatên lê tê axaftin  Îran
Herêm Mazenderan
Axiverên zimanê zikmakî Nêzîkî 3-4,5 milyon
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Sîstema nivîsê Tîpên erebî
Kodên zimanî
ISO 639-3 mzn

Cihê mazenderanî li Îranê

Çavkaniyên mazendaranî yên nivîsî heta sedsala 10'an diherêye. Îroj ew bi alfabeya farisî ya erebî tê nivisîn.

Mazenderanî bi zimanê gîlekî ve nêzî hev in. Bi bêjeyan navbera wan de hevşibiyeke mezin heye. Zimanê mazenderanî di bin bandora zimanên din ên wek tirkî û erebî de nemaye.

Hejmara mazenderanîaxivan nezî 3 milyon e. Mirov dikare wî wek Qedîkûlahî û Pelanî para du zaravayan bike[çavkanî hewce ye].

Hilsengandina mazenderanî ligel kurdî biguhêre

Mazenderanî Kirmanciya Başûr
(soranî, kelhûrî, gerrusî)
Kirmanciya Bakûr
(kurmancî)
Kirmanckî Hewramî
sirê mal, xanû, hoz mal, xanî keye yane
varêş werişt, waran baran varan waran
gettimar dapîr, nenik dapîr dapîr dêde gewre
çêş çaw, çew çav, çev çem, çim çem
vek (qor)waq beq beq weq
beutên witin gotin, bêtin* vaten watey
hakordên kirdin kirin kerden kerdey
xirnên, xiynên xwardin xwarin werden wardey
rîka kurr, law kurr, xort, law xort, laj kurr
get gewre, ket girs, mezin girs, pîl gewre
Wa wa, ba ba va Va, Wa
gi- wêj-, wîş- bêj- va(j)- waç-
xir-, xiy- xwe- xwe- we- wer-
afto xwer, roj roj roj rocyar
xêr hewr ewr hewr ewr, hewr
nêmaz niwêj, nimêj nimêj nimaj nima
vaş gîya gîya vaş gîya
cûn gîyan giyan, gihan gan gîyan
xên xwên xwîn gûnî wûnî
seg seg, sipe se, kuçik kutik tute
bîrînc birinc, berze* birinc riz birinc
tê num nawî/namî to navê te namê to namo to

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre