Zerdeçal, zerdeçav (curcuma longa), ji famîleya zencefîlan (zingiberaceae) riwekek kulîlkzer, pelmezin û pirrsalane ye. Ji başûrê Asyayê belav bûye.

Zerdeçav an zerdeçal
Toza zerdeçalê

Bikaranîn biguhêre

Di boyaxkirina çermên tenik, bestirên ebreşûmî tê bikaranîn. Wekî biharbêhn (biharat) jî tê bikaranîn lê divê beriya wê di avê de bê kelandin. Yek ji kulîlkên malê ye jî. Kokên kelandî ziwa dikin, dihêrin. Ev biharbêhn di pîlaw, hin hêyavk û şorbeyan de tê bikaranîn. Tevlî sosan jî dikin.

Bijîşkiya gelêrî ya kurd biguhêre

Di kevçiyekê toza ê de nêzîkî 30-90 gr kurkumîn heye ku ev bûjen dijî şêrpenceyê ye. Herwiha li Kurdistanê behs tê kirin, zerdeçav hestiyan bihêz dike, sîstema parastina laş xwedî dike. Kêm û ragirtinên sîstema hilmijê (tenefûs) derdibe, bênhngirtinê hêsan dike.