Zaza, dimilî, kirmanc yan jî kird, kurdên[1][2][3][4] ku bi kurdîya zazakî (kirdkî, kirmanckî, dimilî) dipeyivin û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê dijîn.[5][6][7][8][9]

Zaza
Gelhe tevahî
2,000,000 - 3,000,000
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
Kurdistan Bakurê Kurdistanê2 milyon
  Ewropa300.000
Ziman
Zazakî
Baweriya dînî
Îslam û elewîtî
Têkildarên komên etnîkî
Zaza
Soran, kurmanc, goran, kurdên Başûrê,
kurdên Anatolyayê
Zazakî û zaravayên din ên kurdî

Deverên ku Zaza lê dijîn

Zaza bi taybetî li van bajaran dijîn, lê di van demên dawî de gelek ji wan ji ber zordariya Kurdistan koçî bajarên bakurê Kurdistanê û Ewropayê bûne:

Nav

 
Kurdên zaza li sala 1881, Ernest Chantre & Capitaine Barry

Kurdên ku bi kirmanckî diaxifin, li her herêmê, xwe bi eynî navî bi nav nakin; cuda-cuda navên etnîkî didin xwe û zimanê xwe: kirmanc, kird, dimilî û zaza.

Lokasyona cografîk

Herêmên ku kirmanc (zaza) tê de dijîn; Çewlig (Bingöl), Dêrsim (Tunceli), Erzingan (Erzincan), Erzirom (Erzurum), Barbut (Bayburt), Qers (Kars), Mûş, Xarpêt (Elazığ), Diyarbekir, Ruha (Urfa), Semsûr (Adıyaman), Bedlîs (Bitlis) û Sêrt (Siirt) e. Dîsa, li hinek bajarên Tirkîyê, wek Qeyserî (Kayseri), Nigde, Gümüşhane û Sêvazê (Sivas) ji mensûbên ve grûbê hene. Di van herêman de kirmanc tenê li Dêrsim û Çewligê piranî ne, li cîyên din ji kurmancan kêmtir in.

Dîn û ayîn

Kurdên ku lehça wan kirmanckî (zazakî) ye, ji alîyê dînî de du beş in: Misilmanên sunî û elewî. Meriv ku xeta Xarpêt û Mûşê esas bigire, başûrê wê xetê sunî, bakurê wê jî elewî ne. Yek îstîsna Bongilan (Solexan) a Çewlîgê ye. Qismek ji vê qezayê li bakûrê xetê ye û sunî ye.

Mijarên têkildar

Çavkanî

  1. ^ JoshuaProject, "Kurds"
  2. ^ Dr. Orville Boyd Jenkins (2005), "The Kurdish Peoples"
  3. ^ Jacques Leclerc (2014), Turquie
  4. ^ Terry Lynn Todd (1985), A Grammar of Dimili (also known as Zaza), Michigan, p. vi: "Speakers of Dimili are Kurds psychologically, socially, culturally, economically, and politically."
  5. ^ Bedirxan, Celadet (1933) “Zarê Dumilî û Mewlûda 'Usman Efendî” Hawar, Hejmar: 23, 25 tîrmeh (temmuz) 1933, r. 1-6 "Zarê dumilî: Ev zar zimanê kurdên dumilî an zaza ne. Kurdên dumilî di welatê jorîn di rojavayê wî welatî de rûniştî ne."
  6. ^ "Dr. Orville Boyd Jenkins, "The Kurdish Peoples"". Ji orîjînalê di 25 îlon 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 gulan 2013.
  7. ^ Krisztina Kehl-Bodrogi, "Wir sind ein Volk"
  8. ^ [1] Prof. Dr. Garnik Asatrian, "Dimlī", Encyclopedia Iranica
  9. ^ [http://www.iranicaonline.org/articles/kurdish-language-i, Prof. Dr. Ludwig Paul "History of the Kurdish Language"