Zarokên kuçe û kolanan

Zarokên kuçe û kolanan ji zarokên bin 18 saliyan re tê gotin[çavkanî hewce ye], yên ku ji ber pirsgirêkên taybet yan ji mal û malbat reviyane yan jî hatine qewitandin û lewra sêwî, bêwar û bêmal dimînin. Ji ber ku jiyana wan li kuçe û kolanan derbas dibe, ji wan re wiha tê gotin.

Zarokên kuçe û kolanan (1890)

Ji bo têkoşîna xwe ya jiyanê yan karên biçûk dikin yan jî li kolanan pars dikin ji bo pere, xwarin û caxrê. Hinek ji wan mecbûr dimînin dizê jî bikin. Pirraniya wan li rawestan, îstasyonan, avahiyên vala, mêrdewanan û hwd dijîn.

Bi taybetî zarokên kuçe û kolanan ên li welatên feqîr pir caran bêçar dimînin û dikevin dizî û fûhûsê. Ji bo eglebûnê û jibîrkirina şert û mercên dijwar ên jiyanê, bêhîskeran bikartînin (wek tînerkêşî).

Ji ber ku ewlekariya wan nîne, ew zarok dibin encama şidet û destdirêjiyê, zû nexweş dikevin û nikarin xwe bidin dermankirin, nikarin perwerdehiyê bistînin, kar û xebatekî mayinde bistînin û hwd.

Ji bo ku di jiyana rojanê de ber xwe bidin, mecbûr dimînin hal û hereketên mezinan hîn bibin.

Zarokên kuçeyan li hemberî rastiya ku pêwîstiya wan bi maf û parastinê heye rastî ecizbûna gel tên û pir caran ji der û doran tên qewitandin.

Çavkanî biguhêre