Tawdana kêşî an jî zûkahiya erdkêşî, zûkahiya cismekî ku ji ber erdkêşî çê bûye ye. Ev tawdan sedema her cismekî ku dikeve erdê ye. Nirxa wê ya li Parîsê  9,80665 m/s² ye. Zûkahiya erdkêşî ya ber bi cismekî bi gumlatî ve bi vê formûlê tê hesibandin. Zûkahiya erdkêşî bi sembola tê nîşandan.

gogekê ku ji ber zûkahiya erdkêşî dikeve erdê.

Di vê formûlê de dûrayiya ku di navbera navenda cismê û navenda cîhanê de ye ye, neguhera kêşanê ye.

li her cih wek hev nîne. Sedema vê şêweya cîhanê ye. r li cemseran de 6,356.8 km ye û li ekvatorê jî 6,378.1 km ye.Ji ber vê yekê eger ku giraniya kesekî li ekvatorê 60.000 kîlo be li cemseran de giraniya wî dê 60.400(şêst kîlo û çar sed gram) bibe.

Zûkahiya erkêşî ya bajarên Kurdistanê û hin bajarên sereke yên Cîhanê biguhêre

Bajar(Şahar) Zûkahiya Erdkêşî(m/s2)
Hewlêr[1] 9.797517 
Amed 9.798142
Silêmanî 9.795333
Kirmaşan 9.792708
Dihok 9.797088
Sine 9.793235
New York 9.802
London 9.812
Madrîd 9.800
Parîs 9.809
Tokyo 9.798
Sîdney 9.797

Zûkahiya Erdkêşî ya Gerstêrkan biguhêre

Gerstêrk(Hesare) Zûkahiya erdkêşî( )
Roj 274.1
Tîr 3.703
Gelawêj 8.872
Erd 9.8067
Heyv 1.625
Behram 3.728
Berçîs 25.93
Keywan 11.19
Ûranûs  9.01
Neptûn 11.28
Pluto  0.610
Çavkanî[2]

Çavkanî biguhêre

  • Wikipedia-Werger
  • Ferhenga Zaravên Teknîkî[1]
  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 3 kanûna pêşîn 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ http://units.wikia.com/wiki/Gravity_of_Earth