Yarsan yan jî Ehl-e heq (bi farisî: اهل حق‎), navê dînekê kevin e li Kurdistanê û Rojhilata Navîn.

Tirba Dawudê li gundê Zarde perestgehek Yarsanan e

Peyvnasî biguhêre

Ji bo kesên girêdayî dînê Yarsan ev peyvên li jêr tên bikaranîn;

  1. Yarsan:
  2. Ehlê Heq:
  3. Kakeyî:
  4. Şebek:

Kesên pîroz biguhêre

  • Siltan Sahak damezrînerê vî dînî ye
  • Baba Yadegar
  • Yarsan ango Ehl-e Heq ji aliyê rejîma Tehranê ve weke Şîiyan tên bi nav kirin, lê ew ji bo pêkanîn û pratîka dînê xwe terîqeta mîstîk a Nuralî Îlahî û bavê wî Hajj Nematollah dişopînin. Nûr Elî Îlahî pirtûka pîroz Burhan nivîsiye, ku weke pirtûkeke dînê Ehl-e Heq tê dîtin.

Ji bo Yarsanan Tirbeya Siltan Sahak cihekê pîroz e. Ev tirbe li Şêxan (Pawe) ye. Her wisa Tirbeya Baba Yadegar jî pîroz e ku ew jî li Dalahû ye.

Pirtûkên pîroz biguhêre

Navê pirtûka pîroza yarsaniyan Serencam e.

Bawerî û rîtuelên dînî biguhêre

Di baweriya Yarsanan de reenkarnasyon (tenasûh) heye û di wê baweriyê de ne ku Elî vegeriye dinyayê. Ev nêrîn Yarsanan ji Şîîyan cuda dike.

Dîrok biguhêre

Dînê Yarsan di sedsala 15ê de ji aliyê Siltan Sahak an jî Siltan Îshaq ve hate damezrandin.

Erdnîgarî biguhêre

Hejmara Yarsaniyan li gor hin kesan 4 ji milyonan zêdetir e, piraniyan wan li parêzgeha Kirmanşan a Îranê dijîn. Hejmarek ji wan jî e ku Kakêyî tên navkirin, nêzîkî Kerkûkê bi cîh in. Lê li gor hin çavkaniyan hejmara wan ji milyonekê kêmtir e û civateke wan a girîng li Tehranê, û çend Êlen Yarsan li Bahdînan bi Navê Şebek û Sarlî jî hene.

Gelhenasî biguhêre

Yarsanên kurd Hewramî, Soranî, Kirmaşanî, Lorî, Lekî û yarsanên yên din Azerî, Farisî, Erebî diaxivin (zimannas Hewramî û sê terîqetê wan yên ku ji hev gelekî chê ne hene. Yarsan bi piranî Kurd in, her çend hejmareke hindiktir jî bawermendên Tirkî Azerî, Faris û Ereb jî hene.[1][2]

Civak biguhêre

Gelek ronakbîr Yarsaniyan û Êzidiyan wek hev dibînin.

Rejîma Komara Îslamiya Îranê Yarsan wekî dînekî serbexwe qebûl nake û lewma herdem ji aliya parêzerên mafên mirovên cîhanê rexne lê dê girtin.

Gelek caran xwepîşandan û têkhelçûn navberî xelkê Yarsaniyan û Komara îslamiya Îranê diqewme.

Mijarên têkildar biguhêre

  • Kakeiyye Hareketi: [1]
  • Hüseyin Deniz, “Kakailik ve Alevilik”, Dersim Araştırmaları Merkezi, erişim

12 Haziran 2017, http://www.dersimarastirmalarimerkezi.com/kakailik[girêdan daimî miriye]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Edmonds, Cecil. Kurds, Turks, and Arabs: politics, travel, and research in north-eastern Iraq, 1919–1925. Oxford University Press, 1957.
  2. ^ "Ahl-e Haqq – Principle Beliefs and Convictions". Ji orîjînalê di 22 nîsan 2000 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 tebax 2015.

Girêdanên derve biguhêre