Yaneya Jîmnastîkê ya Beşiktaşê

Yaneya jîmnastîkê ya Beşiktaşê (bi tirkî: Beşiktaş Jimnastik Kulübü), BJK an bi kurtî Beşiktaş yek ji yaneyên werzişê yên Tirkiyeyê ye. Yaneya Beşiktaşê ya futbolê tîmeke navdar a Tirkiyê ye û bi deh salan e bi Galatasaray, Trabzonspor û Fenerbahçeyê re dikeve pêşbirka şampiyoniyê.

Beşiktaşê

Di lîga 1em a Tirkiyê de cih digire. Yek ji sê tîmên mezin ên Stembolê ye. Di sala 1903'an de hatiye damezrandin û xwedî yarîgeha bi navê Arenaya Vodafoneyê (bi tirkî: Vodafone Arena) ye.

Serokê wê yê niha Ahmet Nur Cebî û rahênerê wê jî Şenol Güneş e.

Malperên têkildar biguhêre