Ya Star

peyveke derbirîna daxwazeke ji dil ya parastinê ye

Ya Star peyveke derbirîna daxwazeke ji dil ya parastinê ye. Bi dibêtiyeke mezin koka peyvê xwe digihîne xwedawend Star (Îştar) ku di dîroka şahristaniyên destpêkê yên li Rojhilata Navîn de gelek car rola xwe û xisletên xwe guhertine. Dema mirov dibêjin Ya Star jî bang li vê xwedawenda kevin dikin da ku wan ji belayê bistire û wan biparêze. Her weha bi dibêtiyeke mezin lêkera 'stirîn'ê jî ji navê xwedawendê tê.