Yılmaz Erdoğan (bilêvkirina bi kurdî: Yilmaz Erdoẍan 4'ê sermawezê 1967, li Colemêrg) nivîskar, lîstikvan û derhênerek Kurd e. Li Tirkiyê şanogerek navdar e. Salên dawî de sê filmên serkeftî çêkirin. (Vizontele, Vizontele Tuuba, Organize İşler). Herçendî bi eslê xwe Kurd e jî ti têkiliya wî bi cîhan û hunera Kurdî re nîne. Wekî senarîst û derhênerên Tirkên navdar, di fîlmên xwe de mijar û kesayetiyên Kurdan bi zimanê Romî (Tirkî) amade dike. Filmên wî yên ku senaryoyên wan Colemêrgê didin nîşandan, Vizontele 1-2 bi mesajên qelsên polîtîk in û pirr bi hest in.

Yılmaz Erdoğan
Jidayikbûn4ê çiriya paşîn a 1967an (56 salî)
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
Hevjîn
Zarok2
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kurd jî Tirk jî rexneyan li wî dikin biguhêre

Di kampanyeyeke giştî de 100.000 YTL (nêzîkî 60.000 Dolar) bo têkoşîn bi pêşmergeyên Kurd re dide artêşa Tirk û di bernameyeke zindî ya TVê de, bang li herkesî dike ku alîkariyê bidin dewleta Tirk, daku dawî li terorê (qesta wî hêzên çekdar ên PKKê bû) bîne. Ev yeka han ji aliyê hezkiriyên wî yên Kurd ve tê şermezarkirin.

Dîsa medya û çapemeniya rastgîr a Tirk gelek caran, ji ber ku wî carekê gotiye "ez bi Kurdbûna xwe serbilind im", rexneyên giran lê kirine. Herçendî wî bi dehan caran gotiye "ez bi Tirkbûna xwe serbilind im" jî helwesta wan nehatiye guhertin.

Binêrin biguhêre

  • BKM (navend) (Navenda Çandê ya Beşiktaşê)
  • Bir demet tiyatro (qevçeyek şano)
  • Çok güzel hareketler bunlar (Ev tevgerên gelek baş)