Xurremabad (navçe)

(Ji Xurremabad (şaristan) hat beralîkirin)

Şaristana Xurremabad yek ji navçeyên parêzgeha Luristanê ye li Rojhilatê Kurdistanê, bi dewleta Îranê ve girêdayî ye û navenda vê navçeyê bajarê Xurremabad e. Vî şaristanî berê şeş herêm hebûn ku du ji wan niha bi Şaristana Dure ve girêdayî ne. Niha Xurremabad xwedî çar qezayan e. Xelkê Xurremabad bi luriya mîncanî û bi lekî qise dikin.

Gel biguhêre

Bi dûçûna serjimariya sala 2006ê 487.167 bûn ku seda 27,7 ji şaristanê Luristanê ye. Bi vê esasê ev bajar di şaristanê Luristanê de bajarê mezintirîn û pirkestirîn e. 354.855 kesên ji vê navçeyê li çar bajaran; li Xurremabad, Sepîddeşt, Beyranşehr û Zaxe dijîn. 132.034 kes jî li menteqeyên gundan dijîn. Jimara malbatên vî bajarî 128.680 lib in. Ev şaristan bîst û çaremîn şaristanê pirmirov e li dewleta Îranê.

Herêmên Şaristana Xurremabad biguhêre

  • Herêma Navendî ya Şaristana Xurremabad
    • Gundistana Azna
    • Gundistana Depîr
    • Gundistana Depîr Şemalî
    • Gundistana Rebat
    • Gundistana Korgah Xerbî
    • Gundistana Korgah Şerqî
    • Gundistana Kakaşerîf
  • Herêma Papî
    • Gundistana Çem Sungur
    • Gundistana Sepîddeşt
    • Gundistana Kîşver
    • Gundistana Goryet
    • Gundistana Teng Heft
  • Herêma Beyravend
    • Gundistana Beyravendî Şemalî
    • Gundistana Beyravendî Cenûbî
  • Herêma Zaxe
    • Gundistana Zaxe
    • Gundistana Rasan
    • Gundistana Qayedrehmet