Xozane

Gundekî Çirmika Meletiyê

Xozane (bi tirkî: Gözene) yek ji gundên bi ser Çirmika Meletiyê ve ye û li Bakurê Kurdistanê ye.

49 km li rojavayê Çirmikê dikeve. Li axa gund fîrmayên dewletê madenan dertînin. Gundekî kevn û dirokî ye. Hemî navên cografîk kurdî û ermenî ne. Bandora pişavtinê gelek xurt e. Gorî hin gundiyan, bav-kalên wan ji Semsûr û Dersîmê hatine. Lê lêkolîn nehatine kirin.