Xeto (navê wî yê fermî Hatip Önen) kesatiyekî dîn ê meşhûr ê Dêrika Çiyayê Mazî bû. Xeto di sala 1933an[çavkanî hewce ye] de hatiye ser dinyayê. Ew û birayê wî Remo (Remezan Önen) ji ber nexweşiya mîkrosefaliyê kêmaqil bûn. Di nav xelkê Dêrika Çiyayê Mazî de gelek hêja bû û wekî maskotekî Dêrikê hate dîtin.

Peykerê Xeto, li Dêrika Çiyayê Mazî (2010)
Peykerê birayê wî Remo, li Dêrika Çiyayê Mazî (2010)

Peykerê Xeto û Remo li Dêrika Çiyayê Mazî biguhêre

Li Meydana Cumhûriyetê ya Dêrikê peykerekî Xeto û birayê wî Remo heye ku di 2003an de ji hêla peykervan Şehabettin Nebioğlu ve hate çêkirin.

Mirina Xeto di 2014an de biguhêre

Xeto di 19ê şiwata 2014an de çû ber dilovaniya xwedê û di goristana Şêx Hesen a Dêrikê de hat veşartin.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre