Xeta Maginot (bi fransî: Ligne Maginot; bi inglîzî: Maginot Line), ji bo parastina sînorên Fransa piştî Şerê Cîhanî Yê Yekem ji beton, hesin û ji pola hatibû çêkirin.

Navê wê ji André Maginot tê.

Xet, ji sînorê rojhilat û bakur pêk dihat lê xeta rojhilat bêhtir qewîn bû, sedem jî Elman bûn. Di sala 1929an de avakirina xetê dest pê kir, demekê çêkirina xetê hinekî sekînî jî lê pîştî ku Nazîzim çav sor kirin, çêkirina xetê xurttir kirin.Di sala 1938an de xet bi dawî bû, Fransiyan pişta xwe bi xetê pehn dikirin. Di navbera sînorên sînorê Elmanya û Belçîka de cihekî negirtî hebû ku ev der ji daran, lîtav û hwd. pêk dihat, ji ber vê yekê jî bawer nedikIrin ku Elman bi tankên xwe derbas bibin. lê di Şerê Cîhanî Yê Duyem de Adolf Hitler bi teknolojiya ya xwe ya pêşveçûyî ev der vekir û ji vir erîş kir, piştre ji belçîka erîş kir û heya Parîsê Fransa serûbin kir.[1]

Xeta Maginot

Îro ev xet, di turîzmê de tê bi kar anîn.

Girêdanên derve biguhêre

  1. ^ "Xeta Maginot". tirsik.net.