Xelîla

Gundekî Kerborana Mêrdînê

Xelîla an ji Xelîlan (bi tirkî: Kılavuz) di nav gundên navçeya Kerboranê de gundê herî mezin e. Dîse di herêmê de yê ku bêhtir xwendevanên wê hene Xelîla ye.[çavkanî hewce ye] Dikeve başûrê rojhilata Kerboranê, ji Kerboran 8 km dûr e.

Xelîla
Kılavuz
Xelîla
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn
Navçe Kerboran
Demografî
Gelhe (2022) 2.164 kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°28′48″Bk 41°46′59″Rh / 37.48000°Bk 41.78306°Rh / 37.48000; 41.78306
Bilindayî 840 m
Koda postayê 47750
Koda telefonê (+90) 482 385
Xelîla li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Xelîla
Xelîla
Xelîla (Tirkiye)
Xelîla li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Xelîla
Xelîla
Xelîla (Bakurê Kurdistanê)
Xelîla li ser nexşeya Mêrdîn nîşan dide
Xelîla
Xelîla
Xelîla (Mêrdîn)
Map

Di sala 1994an de bû Şaredarî dûvre 2014 de ku Mêrdîn bû şaredara bajarê mezin gundê Xelîla bû taxek ji yên Kerboran.

Xelîla di perwerdehiya olî de berê bi navdar bû.[çavkanî hewce ye] Xelîlî bi mirovatiya xwe ve jî bi nav û deng in.[çavkanî hewce ye] Li gorî gotinên bav û kalan ê ku gund avakirine, navê wî Xelîl e. Ew jî kurê Ereb e. Bavikê Xelîla jî evin: Budaxkî, Aydokî, Şêlîlkî, Aslankî, Sînkî, Hûrikî û Mehmedereşkî di nav van bavikan de yê herî mezin Budaxkî ne.

Di wextê berê de gelek xwendavan jê rabûne, mela û alimên wê li gelek deran belav bûne.[çavkanî hewce ye]

Li derdora gund Qelha Qelatun, Semalka, Qavle Emetrun, Ançka, Şatira, Pîrê Mirada, Şeh Hesen, Zerete cihên dîrokî hene.

Gund ev sê serdem in ku bi şaredarî ye. Riyên wê asfalt in.

Gelhenasî biguhêre

Sal19902000200720082009201020112012201320142015
Gelhe2.6052.4842.8122.6392.4072.4202.3762.3562.3192.3332.303
(Çavkanî: Yerelnet, Kılavuz)
Sal2016201720182019202020212022
Gelhe2.2782.2302.2842.2292.2182.1762.164

Navdarên gund biguhêre

Melê Ahmed - Yek ji Serokên Şaredariya Kerboran. Ji gundê Xelîla ye.

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

Giradanên derve biguhêre