Xelîfe Yûsif

helbestvanê kurd

Xelîfe Yûsif (1885 Bazîd, Agirî -1965) alim û helbestvaneke kurd ê Bazîdê ye.[1][2]

Helbesteke wî biguhêre

Ji ewil kes nediye heta vî zemanî

Bi vî tertîbê xasima bi vî lîsanî

Lîsanê Kurmancî çil bav û kala Hêj nizanî bi xwendina mah û sala

Kelbê kûtxwar bi kêr şivanî nayê Cahilek nezanî Xwidê nedayê

Ey cahilê malxirab û wêran Neke de’wa meydana piling û şêran

Tu ku ehmaq î lîsanê abaê xwe nizanî Şerim heya bike tu kêmtirê ji sanî

Îlmê Erebî nûrek xayet minewer Ji bo kêm kesan Xwidê dike miyaser

Bi îlmê Erebî nav xwe dikî tu me’lûm Bê zanîn li dinya axret xwe dikî rezîl û mehrûm

Ger finûnê hemî îlman bizanî Weqta emel nebe cahilek nezan î

Ger nehw serf û mentiq bixwînî jî ezber Dema emel nebe mecnûnekî dînî ebter

Ne ji bo Xwidê ilim dixwînî dizanî Belkî ji bo xwarina cîfeyê dinya fanî

Nebêje yê gotî meanid û nezan e Ya heq weha ye çawa ku Xwidê dizane

Sed hezar selat û selam her zeman Li ser wî al eshaba her weqt în û an


Çavkanî biguhêre