Xavier Kurt Naidoo (jdb. 2ê çiriya pêşîn a 1971an li Mannheimê, Almanya) hunermendeke alman ê Soul û R&B yê ye.

Xavier Naidoo
Xavier Naidoo (2012)
Jidayikbûn2 çiriya pêşîn 1971 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîAlmanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xelat
  • Amadeus Austrian Music Awards
  • Q30065168 (2004)
  • Goldenes Brett (2014)
  • Goldene Stimmgabel (2002)
  • Goldene Stimmgabel (2006) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.xaviernaidoo.de/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ji bilî kariyera xwe ya soloyê, di nava koma alman a bi navê Söhne Mannheimsê cih digire û yek ji damezrênerên komê ye. Herwiha, ji bo avakirina Akademiya Pop ya Württemberg ê jî xebat kir û tê de weke mamoste xebitî. Di heman demê de xwediyê şîrketên muzîkê yên bi navên Beats Around the Bush û naidoo records

Baweriya Naidoo bi Xrîstiyantiyê heye, lewra stranên Naidoo bi gelemperî derheqê olperweriya Xrîstiyantiyê, qiyametê, xêrxwazyê û dijberiya nijadperestiyê hatine nivîsandin.

Naidoo, bi nivîsên stranên xwe, daxuyaniyên siyasî, belavkirina teoriyên komployê û hêmanên îdeolojîk ên Tevgera Hemwelatiyên Reich û hem jî homofobî, dijcihûyî û populîstê rastgir heta pêşniyarên nîjadperest û her weha daxuyaniyên dij-zanist, bû sedema gelek nîqaşan. Mînakî, wî gelek caran bi eşkere pandemiya COVID-19 înkar kir.

Naidoo ji ber gotinên stranên xwe çend caran xelat stendiye, herî dawî di sala 2003an de xelata Fred-Day-Preis ê hatiye hatiye wergirtiye.

Herwiha, Naidoo di gelek projeyên hunerî û civakî jî cih girtiye (weke di projeyên 'Brothers Keepers', 'Rock gegen Rechts', '4 Your Soul', 'Rilke Projekt' û 'Fourtress' de).

Albuma ewil ya Naidoo ya bi navê Nicht von dieser Welt (Ne ji vê cîhanê) di sala 1998an de derket piyasê û ji mîlyonek car zêdetir hate firotin.

Naidoo albuma xwe ya dûwemîn (Alles für den Herrn/Her tişt bo Rab) di sala 2002an de, û ya sêyemîn (Telegramm für X/Telegram ji X re) di sala 2005an de derxist piyasê. Wî bi her du albumên xwe yên nû heman serkeftinê bidestxist û di sala 2009an de albûma xwe ya çaremîn (Alles kann besser werden/Har tişt kare baştir be) weşand.

Dîskografî biguhêre

Albumên wî biguhêre

Yên studyoyê biguhêre

Sal Sernav Cihê ku di piyasê de girt Not
Elmanya Awûstûrya Swîsre
1994 Seeing Is Believing Roja weşanê: 7ê ìlonê 1994an
tenê li DYE
1998 Nicht von dieser Welt 1
(103 Wo.)
5
(37 hefte)
12
(60 hefte)
Roja weşanê: 30ê gulana 1998an
Jimara yên ku hatin firotin: + 1.070.000
2002 Zwischenspiel – Alles für den Herrn 1
(86 hefte)
1
(92 hefte)
3
(56 Wo.)
Roja weşanê: 25ê adara 2002an
Jimara yên ku hatin firotin: + 700.000
2005 Telegramm für X 1
(77 hefte)
1
(60 hefte)
1
(63 hefte)
Roja weşanê: 25ê çiriya paşîn a 2005an
Jimara yên ku hatin firotin:: + 860.000
2009 Alles kann besser werden 1
(90 hefte)
3
(31 hefte)
2
(41 hefte)
Roja weşanê: 9ê çiriya pêşîn a 2009an
Jimara yên ku hatin firotin: + 415.000


Çavkanî biguhêre