Xar, amûrek leystokê ye ku biçûk û gulover e û yan ji keviran yan jî ji camê hatiye çêkirin. Ji yên camî re xarik yan jî xarikê dîndoqî dihê gotin.

Xara kevirî
Kevirê qalib

Xarikên camî di vê sedsala dawî de derketine û tenê ji aliyê zarokan ve bikar dihê. Lê xarên kevirî ji demên kevn ve he ne û mezin biçûk, di gelek leystokan da, ji aliyê herkesî ve dihê bikaranîn.

Çêkirina xara kevirî biguhêre

Pêşî kevirekî Dêrîşî, kevzgalî yan jî yekî xuristanî bi kevirê hestem dihê perçekirin û ji van perçeyan yê herî çê û xweşik dihê neqandin û veqetandin û dîsa bi vî kevirî ji bo gulover kirinê bi seetan dihê kutan. Piştî ku bi vê kutanê kevirê xarê gulover bû û bi biçûkbûniya xwe hate qeysa nav du tilîkan, îcar jî ji bo rast kirin û şayîk kirinê dihê xistin nav qaliban. Qalib(Kevirê Qerejdaxî) jî destarekî biçûk e, ji kevirekî reş û qulqulî hatiye çêkirin ku dişibite penêr. Pîştî bi qalip şayîk kirinê kevir dihê xistin nava potikekî bi rûn ku bi birqe û rengên navîn der bibin. Rojek du roj di nav vî potikî de li ciyek tahrî dimîne û bi temami dibe xar.

Leystokên bi xar û xarikan biguhêre

 
Xarên rengorengo

Xarmenaj, xar û pere

Xarmenaj wuha dihê leystin biguhêre

Çend kes ketibin leyistokê ewqas pereyên hesin lî dûv hev her yek bi qasî du metre ji hev dûr bi hawekî qûçkirî dihê niçikandin û rêzkirin, û ji ciyekî bi qasî sê metreyan dûrî pereyan ku jê re serek dihê gotin, xar bi tilîkan bi xwêr re diavêjin wan ku li wan ke ve û bi qulipîne. Kî perê kî biqulpîne wî pereyî dixwe berîka xwe.Ango dibe jê re. Kî xara xwe li serê xara kî xe wî dikuje, ango têk dibe; bi vî hawî jî pereyê qûçkirî ji kesê têkçûyî diçe.Kî têk biçe ji leystikê heyta careke din derdikeve û leystik bi yên mayî(nemirî) dom dike. Ji ber vê yekê jî leystikvan heyta ku derfet he be xarên xwe nayinin nêzî hev.Piştî ku pere giş hatin qulipandin,yan jî ji dervî yê dawî gişên leystikvanan kengî hatin kuştin,leystik bi dawî dibe.

Ev leyistok di salên dawî de hilat.