Xan Ehmed Xanî Gêllanî

Xan Ehmed Xanî Gêllanî (bi farisî: خان احمد خان گیلانی‎, 942–1005 k.m) diwayîn karkiyay xanedanî kiyayiyekan le gêllan bû. Le yek salî da û le diway mirdinî bawkî Karkya Sulltan Hesenî diwem be hukûmet geyîşt, heta 985î k.mi beser biyepîş û paşan gişt gêllan hukûmetî kird. Be firmanî şa tehmasb mezhebî diwazde îmamî le birrîy zeydye dana, belam katêk destî be peywendî girtin legel Usmanîyekan kird û wîstî bo pelamar bo qezwîn, serbaz binêrête şîrvan û lahîcan, leber çawî şa kewt. Lem saleda be firmanî şa tehmasb gîra û le qelakanî qehqehe û îstexir zîndanî kira. Le 975î k.m û le serdemî sultan Mehemed Xudabende berbû û dîsan be hukûmet geyîşt. Hêzekanî şa ebas bo zalbûn beser awrîşim û şwênî cugrafîy taybetîy gêllan û kotayî pêhênan be hukûmetî Xan Ehmed Xan ke dirêjey be peywendîy legel Usmanîyekan dabû le salî 1000î k.m pelamaryan birde ser Gêllan û Xan Ehmed Xan ray kirde şîrvan. Xan Ehmed Xan paşmawey jiyanî xoy le Îstenbul û Bexday Usmanîyekan rabiward û peleqajegelêkî bêsûdî bo gerranewe bo hukûmet kird. Le salî 1005î k.m le Bexda koçî diwayî kird û le Necef nêjira. Le Xan Ehmed Xan wekû siyasyekî zêdexwaz, jîr, ajaweçî, tolestên, dilçerrên û şaîrêkî terrdest û hogirî mosîqa bas kirdûwe. Derbarêkî hunerperwery hebû û şaîran, mosîqajenan û zanayanêk wek fexfûr lahîcîy şaîr û ustad zeytûn çehartarîy mosîqajen le xizmetî da bûn.

Serçawekan biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya farisî pêk tê.