Xabûr (Dîcle)
Ava Xabûr (an jî Xabîr) dikeve navbeyna Silopî û Zaxoyê de û herweha gumrik e an jî gumrikxane jî jêre dibêjin, çinko li vir gumrik heye. Xabûr hem av e, pir jî liser heye û jê re dibêjin Pira Xabûrê, jê re dibêjin Ava Xabûr û jê re dibêjin Gumrika Xabûr. Ev der bes ne gumrik tinê ye, herweha wekî gundekî ye. Ev gumrik ji aboriya herêmên kurdan û bilhesa jibona Silopî, Cizîra Botan, Şirnex, heta Wanê, Mêrdîn, Diyarbekir (Amed) Riha (Urfa) û gelek bajarên din jî ji aliyê aborî ve îstîfade ji gumrika Xabûr dîtine û heta niha jî dibînin.
Xabûr | |
---|---|
37°06′04″Bk 42°21′11″Rh / 37.1011°Bk 42.3531°Rh | |
Dewlet | Iraq, Tirkiye |
Devê çem | Dîcle |
Şaxên çem | |
Welatê tejaneya çem | Tirkiye, Iraq |
Herik | 148 ±0.001 |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Li vî aliyê Xabûrê hikûmeta tirkî û li aliyê din hikûmeta herêma kurdan an jî Otonomiya Kurdistanê bikar tîne. Gumrika Xabûr di 15 salên borî de ji aliyê aborî ve îstîfadeke gelek mezin daye aboriya herêmên Kurdan.