Xaînîdes (bi yewnanî: Χαΐνηδες, Xaynîdes), komeke muzîkê ya girava Kretayê (Krîtê, Yewnanistan) ye ku muzîka xwe ji kelepor û muzîka kevin ya Krîtê girtiye. Gotinên stranên xwe ji zarava krîtî ya yewnanî dibijêrin.

Xaînîdes (2008)

Dîrok biguhêre

Ev kom di adara 1990î de ji aliyê komeke hevalan hate damezirandin, Hemû damezirînerên komê xwendekarên zanîngeha Krîtê bûn û navên wan Dimitris Apostolakis, Dimitris Zacharioudakis, Giorgos Laodikis, Miltos Pashalidis û Kallia Spyridaki. Albûma wan ya pêşî di sala 1991ê de bi navê Xaynîdîs derket. Piştî demekê hejmara endaman bû 7 û sê albûmên dî derxistin berî ku di sala 1997an de bi awayekî demkî ji hev veqetin. Piştî salekê Dimitris Apostolakis û Dimitris Zaharioudakis kom ji nû ve gihand hev û endamin nû jî beşdar bûn.

Endamên nû jî Maria Koti, Alexis Nonis, Periklis Tsoukalas û Antonis Skamnakis bûn.

Endamên komê biguhêre

Dîskografî biguhêre

  • 1991 - Χαΐνηδες (Xaynîdes)
  • 1993 - Κόσμος κι όνειρο είναι ένα (Kósmos ki óniro íne éna)
  • 1994 - Με κόντρα τον καιρό (Me kóntra ton keró)
  • 1997 - Το μεγάλο ταξίδι (To megálo taksídi)
  • 2000 - Ο ξυπόλητος πρίγκηπας (O ksipólitos prígipas),
  • 2002 - Δελτίο ειδήσεων (Deltío idíseon), 3 stran
  • 2005 - Ο γητευτής και το δρακοδόντι (O giteftis kai to drakodonti),
  • 2007 - Ο Καραγκιόζης στη Γιουροβίζιον (O Karagiózis stin Yiourovízion)
  • 2008 - Η κάθοδος των Σαλτιμπάγκων (I káthodos ton Saltimpágon)
  • 2011 - Αγροκτηνοτροφικά και Μητροπολιτικά (Agroktinotrofiká & Mitropolitiká)

Çavkanî biguhêre