Wuhan

Bajarekî Çînê

Wuhan (bi çîniya hêsankirî: 武汉; çîniya kevneşop: 武漢; pinyin: Wǔhàn) serbajarê herêma Hubei ya Komara Gel a Çînê ye. Ev bajar dikeve ser perê çemên Yangtze û Hanshui û li ser deşta Jianghan xwe belav dike. Di sala 1927'an de ji yekbûna sê bajarên mezin ên bi navê Wuchang, Hankou û Hanyang pêk hat. Li Wuhana îro zêdeyî neh milyon kes akincî ne û di warê aborî, çandî û siyasî de navendeke girîng e.

Wuhan
武汉
Wuhan li ser nexşeya Çîn nîşan dide
Wuhan
Wuhan
Wuhan (Çîn)
Kargêrî
Welat  Çîn
Dûgel Çîn
Parêzgeh Hubei
Demografî
Gelhe 19 milyon kes (2010)
Erdnîgarî
Koordînat 30°35′14″Bk 114°17′17″Rh / 30.58722°Bk 114.28806°Rh / 30.58722; 114.28806
Dem (UTC) UTC+8
Agahiyên din
Koda postayê 430000–430400
Koda telefonê (+86) 27

Seqa û hewaya herêmê bi mûsona subtropîkal e: havîn gelek germ in; payîz, zivistan û bihar jî bi hewayeke nerm û fênik in.

Bender û keştîgehên Wuhanê navdar in; zanîngeh, fabrîkên hesin, pîşesaziya hevrîşin û loke, û bazirganiya çayê li herêmê girîng in.

Di salên 1920'î de sentera rêxistina komunîst a Kuomintang bû, ya ku li dijî Chiang Kai-chek şer dikir.


Binêre biguhêre

Karantînakirina Hubeiyê, 2020

Nexweşîna Koronavîrusê 2019

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre