Ji bo maneyên din li Aram binêre.

Weşanxaneya Aramê di sala 1998an de li Stembolê hate damezirandin. Weşanxaneya Aramê ya ku bi du zimanan, bi kurdî û tirkî dest bi weşanê kir heta niha devîdevî 400 pirtûk weşandine. Salên pêşîn ên weşanê, wê kovara dîrok û wêjeyê ya bi navê Vesta weşand. Aramê ji nivîskarên her wekî Noam Chomsky, Immanuel Wallerstein, Michel Albert, Moliere, ku di serdema xwe de çawa hatin xwendin û îro jî bi eleqeyeke zêde têne xwendin, gelek pirtûk bo tirkî û kurdî dane wergerandin û weşandin. Di demên dameziranê de, ji neamadebûnê û kêmasiyên tora çap, belavkarî û pirtûkfiroşiyê, qedexeyên li ser weşanên mixalif û cezayên hepsê, Aramê navbirrîyeke kurt da qonaxa weşangeriyê. Lê îro Aram xwediyê arşîveke dewlemend e ku di nava xwe de pirtûkên lêkolîn, dîrok, wêje, helbest, bîrhatî, roman û şanoyê dihewîne. Serekîtirîn damezirînerên Weşanxaneya Aramê yên ku taybetî jî bi pirtûkên xwe yên li ser bîrhatiyan, dîrokê û lêkolînan eleqeyeke mezin dîtine yên li bendîxaneyan in.

Logo

Weşanxaneya Aramê sê şaxên xwe yên pirtûkxaneyî li Wan, Amed û Stembolê hene. Aram bi hewildana bo nûnerîya bîra civakî, polîtîk, kolektîf û rewşenbîrî, bi şîara “Aram ronahî ye!”, li cîhana weşangerîyê bi weşangeriya xwe berdewam e.

Bnr: Listeya weşanên ku bi kurdî diweşînin

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre