Viktor Emil Frankl (bilêvkirina kurdî: Vîktor Emîl Frankil) (z. 26'ê adarê 1905 - m. 2'ê rezberê 1997, Viyana) demarzanistvan û revanpizişkê nemsayî û qurtalbûyekê Holokostê ye. Ew hîmdanerê ramandermaniyê anko logotherapyyê ye. Ramandermanî coreyekê bûnşirovekariyê anko analîza eksîstensiyel, anko "rêbaza sêyê ya revandermaniya Viyanayê" ye. Kitêba wî ya pirrfirotî ya bi navê Gerriyana Mirovî li dû Ramanê (bi zimanê orijînal: Man's Search for Meaning) ko demnîgar anko kronîkela serhatiyên wî di urdîgehekê Naziyan da ye. Kitêba wî, jibo caran pêşîn, li sala 1946ê bi navê "Trotzdem Ja zum Leben sagen: Ein Psychologe erlebt das Konzentrationslager" û paştir li sala 1959ê bi navê "Ji Urdîgehê Mirinê heta Bûnbaweriyê (eksîstensiyalîzm)" belav bû.

Frankl di sala 1965an de
Berhemeke psîkiyatrîstê nemsawî Viktor Emil Frankl

Di wê kitêbê da, ew behsa şêwazê xwe yê revandermankaranî yê vedîtina ramanê di hemî awayên hebûnê da, xo di kirêttirîn awayên wê da, dikit û dibêjit ko ew raman dibê sedema berdewamkirina jiyanê bit. Frankl yek ji kesên herî diyar di warê bûnşirovekariyê (analîza eksîstensiyal) da û yek ji wan kesan e ko bandoreka mezin liser revanzanistê mirovbawerane kiriye.

Çavkanî biguhêre