Valentín Elizalde Valencia (jdb. 1 sibat 1979 li Jitonhueca, Sonora, Meksîk - m. 25 çiriya paşîn 2006 li Reynosa, Tamaulipas, Meksîk) ku bi navê El Gallo de Oro ("Dîkê Zêrîn") jî tête nasîn, stranbêjekî meksîkî bû. Elizalde di muzîka meksîkî ya herêmî de bi şêwazên banda û norteño bi nav û deng û serketî bû.

Valentín Elizalde di 2006

Jiyana wî biguhêre

Elizalde li gundê Jitonhueca nêzîkî bajarê Etchojoa (Sonora) hate dinê. Dûv re ew çû Guadalajara û paşê jî Guasave. Li vir bi bav û birayê xwe re çend salan bi cih bûn. Bavê wî di rûdaneke tirombêlê de li fetlonekeke rê ya bi navê Curva de la muerte ("Fetloneka mirinê") yê bajarê Villa Juárez mir. Jina berê ya Elizalde, Blanca Vianey Durán Brambila, di 20ê hezîrana 2016an de li Cajeme hate kuştin[1].

Kariyer biguhêre

Di sala 2007an de, Elizalde ji bo xelatên Grammy wek namzed hat hilbijartin.

Kuştin biguhêre

Di 25ê çiriya paşîn a 2006an de, wesayîta Elizalde, piştî derketina konserekê li Reynosa hate gulebarandin. Ji xeynî Elizalde, kuafor û alîkarekî wî jî hatine kuştin[2]. Tê bawerkirin ku egera kuştina Elizalde ew e ku di konsereke stranên cureyê corrido straneke bi navê A Mis Enemigos ("Ji dijminên min re") li dijî rêxistina tiryakfiroş a Los Zetas gotiye û ji ber vê hingê hate kuştin.

Kujerê bergûman ê Elizalde û endamê Los Zetas, Raúl Hernández Barrón, di 22ê adara 2008an de li Coatzintla hate girtin[3].

Çavkanî biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
  1. ^ Elizalde, Emilio (3 kanûna paşîn 2018). "Zeta Functions: Symmetry and Applications". Proceedings. 2 (1): 38. doi:10.3390/proceedings2010038. ISSN 2504-3900.{{cite journal}}: CS1 maint: unflagged free DOI (lînk)
  2. ^ Rosenzvit, Dana (3 nîsan 2018). "Crónica de una muerte silenciada. Racismo e invisibilización en el asesinato de Massar Ba". Tla-Melaua. Revista de Ciencias Sociales. 12 (44): 242. doi:10.32399/rtla.12.44.603. ISSN 2594-0716.
  3. ^ Elizalde, Antonio; Elizalde, Rodrigo (2010). "Ocio e interculturalidad: Identidades y diversidades globales y locales". Polis (Santiago). 9 (26). doi:10.4067/s0718-65682010000200001. ISSN 0718-6568.