Vaksîn

bi kutanê (vaksînlêdanê) mirov dibe xwediyê bergiriyê. Vaksîn gîrawek ji hokarên nexweşiyê yên mirî ye an jî ên hatine lawazkirin. An jî perçeyek ji hokara nexweşiyê ye ku li ser wî de dijepeydaker hene.

Vaksîn an jî kutan (bi înglîzî: vaccine) şileyên taybet in bo xurtkirina bergiriya laş li dij hokarên nexweşiyê.

Kutan (vaksîn) bergiriya destketî ya çalak peyda dike

Di laşê mirov de bi du riya bergiriya destketî ya çalak peyda dibe. Riya yekem nexweşketin, a duyem jî vaksînbûn e. Gava mirov cara pêşîn rastê nexweşiyêk were, an hokara nexweşiyê têkdişikîne û sax dibe, an jî dibe ko hokara nexweşiyê laşê mirov dagir bike û bibe sedema mirina mirov. Heke hokara nexweşîyê piçek lawaz be, saxbûn jî hê hêsantir dibe. Dema mirov ji nexweşiyek sax dibe di laşê mirov de derheqê wî nexweşiyê de hin agahî dimîne. Heke heman hokara nexweşiyê cara duyem tûşî laş bibe, îcar laş hê zûtir û hêsantir xwe ji nexweşiyê diparêze. Anko, cara pêşîn hokara nexweşiyê ya lawaz tûşî mirov bibe, mirov zû baş dibe û bergirî ava dike, lê hokara nexweşiyê bihêz be, dibe ko saxbûna mirov jî dijwar be. Gelo derfet heye ko mirov cara pêşîn tûşî hokara nexweşiyê ya lawaz bibe? Bê guman, îro bi vaksînkirinê ev derfet heye.

Mirov bi derzîkirinê tê vaksînkirin an jî hin caran vaksîn wekî dilopêk avê di devê mirov de tê dilopkirin

Di zimanê latînî de ji bo çêlekan navê vacca tê bikaranîn[1], ji peyva vacca, vaccinus çêbû ye. Vaccinus jî wekî "vaccine" (vaksîn) derbasî îngilîzî bû ye. Vaksîn cara pêşîn ji çêlekên bi nexweşiya xurikê ketine, hatiyê bi destxistin û ji bo laşê mirov bi xuriyê nekeve, wekî madeyek ji bo alîkariya dabînkirina bergiriyê hatiye bikaranîn.[2] Lê îro çavkaniya kutanê ne tenê ji çêlekên xurikî ye. Li gel perçeyên hokarên nexweşiyê ko li ser wî dijepeydaker heye, hokarên nexweşiyê yên mirî an jî yên hatine lawazkirî jî wekî kutan tê bikaranîn[3] [2]. Hin corên kutan jî ji jehra hokarên nexweşiyê (bakterî) tê destxistin[1]. Van salên dawî corek vaksînek dîn jî tê bîkaranîn. ev vaksîn wekî vaksînên ARN-yî tên navkîrîn. Dî vaksînên ARN-yî de kopîyek ARN-ya peyamber a hokarê nexweşîyê cîh dîgîre.Wekî mînak vaksîna lî dîj nexweşîya COVID-19, vaksînek ARN-yî ye.[4]

Ji bo nexweşiya hîn tûşî laş nebûye, lê di pêşerojê de egera tûşbûna wê heye, kutan tê bikaranîn. Anko bi vaksînlêdane (kutanê), laş bi awayêk kontrolkirî bi hokarên nexweşiyê ve rû bi rû dimîne. Ji ber ko hokarên nexweşiyê yên nav vaksînê lawaz in, bergiriya laş li dij van hokaran beravaniyê ava dike û bi hesanî van hokarên mirî an jî lawazkirî têkdişkîne. Di heman dema beravaniyê de hin xaneyên bîrker ên xaneyên B û xaneyên T jî tên dirûstkirin[5]. Bivaksînkirinê, bersîvdana bergiriya yekem a laş çalak dibe. Xaneyên bîrker di nav laş de ji bo egera tûşbûna heman hokara nexweşiyê bo demek dûr û dirêj dijîn. Heke hokara nexweşiyê cara duyem tûşî laş bibe, vê gavê xaneyên bîrker li dij wî, di demek kurt de berevanî ava dikin. Ev beravanî wekî bersîvdana bergiriya duyem bi nav dibe. Anko, kutan li dij hokara nexweşiyê ya diyarkirî, bergiriya taybet peyda dike[6].

Hemû welatên dinyayê, li gor şîreta Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), hemwelatiyên xwe vaksîn dikin[7]. Mirov bi derzîkirinê (derzî lêdan) tê vaksînkirin an jî hin caran vaksîn wekî dilopêk avê di devê mirov de tê dilopkirin. Bi gelemperî vaksînkirin gava dergûş hîn du mehî ye dest pê dike hetanê 10-12 saliya zarok didome. Dergûş li dij nexweşiyên wekî sorik, binguhk, xurî, zerika B, êşa zirav (tuberkuloz), soreta û hwd tên vaksînkirin. Ji bo xurtkirina bergiriyê dibe ko ji bo her hokara nexweşiyê ne carek, lê çendan car vaksînkirin were dubarekirin[5]. Dibe ko şeva piştî vaksînlêdanê ta were laşê zarok. Lê ev ta ne tayek xeter e, ta nîşana çalakbûna bergiriya laş a li dij vaksînê ye. Mirov ne tenê dema zaroktiyê tê vaksînkirin. Hin caran mirovên têgihîştî jî neçar dibin ko bên vaksînkirin. Wekî mînak heke kuçik, pisîk an jî ajalek kûvî mirov bîrîndar bike, ji ber egera nexweşiya harbûnê mirov tê vaksînkirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 https://openstax.org/details/books/microbiology]
  2. ^ a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  3. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  4. ^ Park KS, Sun X, Aikins ME, Moon JJ. Non-viral COVID-19 vaccine delivery systems. Adv Drug Deliv Rev. 2021 Feb;169:137-151. doi: 10.1016/j.addr.2020.12.008. Epub 2020 Dec 17. PMID: 33340620; PMCID: PMC7744276.
  5. ^ a b OpenStax Biology. 2013. [1]
  6. ^ Villee, Claude Alvin, et al. (1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  7. ^ WHO Global Vaccine Action Plan 2011-2020[2]