VEVAK - Vezarate Ettelaat Va Amnîate Keşwar (bi kurdî: „Wezareta sîxurî û ewlekariyê“, bi farsî:وزارت اطلاعات و امنیت کشور ) saziya sîxuriyê (îstîhbaratê) ya Komara Îslamî ya Îran e.

Armanca herî mezin a saziyê şopandin û têkbirina oppozîsyona Kurd û demokrat a li derveyî welêt e. Îran çalakiyên kuştinê jî di nav de, bi hemî rêbazan li têkbirin û tunekirina oppozîsyona li dijî sazûmaniya Îslamî digere.

Dîroka VEVAKê biguhêre

Derbarê vê saziyê de kêm agahî hene. Piştî bidawîhatina rejîma şah, VEVAK jî wekî berdewama SAVAK (saziya sîxuriyê ya şah) hatiye damezirandin. Yekemîn gerînendeyê saziyê Huseyîn Fardûst bûye û ew di sala 1985'î de ji ber şika têkilî bi YKSSê re, hatiye zîndanîkirin.

Di nava salên 1983 - 1984'î de Mihemedî Reyşahrî sazî ji nû ve birêxistin kiriye û roja 18'ê gelawêjê 1984'î wekî roja damezrandina fermî îlan kiriye. VEVAK bi tevayî sazûmaniya mollayan diparêze û dixwaze vê rejîmê li welatên Îslam belav bike. Herçendî bi navê Îslamê tevbigere jî ew di bingehê de tenê berjewendiyên Farisan dimeşîne û li dijî tevgerên Kurdperwer têdikoşe.

VEVAK karbidestên profesyonel ên ji SAVAMA û SAVAKê derbasbûne jî bikartîne. Gorî gotinan serokkomarê Îranê yê niha jî sîxurgerî kiriye û di bûyera kujerî ya li dijî serokê PDK-Î Ebdulrehman Qasimlo û Dr. Mihemed Sadiq Şerefkendî de cihgirtiye.

Gerînendeyên saziyê biguhêre

  • 1. Mihemed Mihemedî Reyşahrî, 18'ê gelawêjê 1984 - 1989 ?
  • 2. Elî Fallahyan, 1989 ? - Gelawêj 1997
  • 4. Xorbanah Dorrî-Necefabadî, Gelawêj 1997 heya 23. Reşemî 1999
  • 5. Elî Yûnessî/Yunesî, 23'ê reşemiyê 1999 heya 24'ê gelawêjê 2005
  • 6. Xolam-Huseyîn Mohsenî-Eyayî, ji 24'ê gelawêjê 2005