Václav Havel (bilêvkirina bi kurdî:Vatslav Havel) (5'ê çiriya pêşîn a sala 1936'ê li Pragê hatîye dinyayê - 18'ê berfanbarê 2011) nivîskar û şanonamenivîsê çek. Ew dawîn serkomarê Komara Çekoslovakyayê û serokkomarê herî pêşîn yê Çekya bû.

Václav Havel (2008)

Jînenîgarî biguhêre

Desptêka Jîyanê biguhêre

Vatslav Havil di malbateka navdar da mezin bû ko ji nêzîk ve girêdayî bûyerên kultûrî û sîyasî yên Çêkoslovakîyayê di navbera salên 1920'an û 1940'an da bû. Ji ber van girêdanên bi sîyasetê ra, komûnîstan nehêla ko li 1951'ê nehêla ew bi awayekê fermî xwîndina xwe bidomînit. Li destpêka salên 195'an wî wekî harîkarê ezmûngeheka kîmyayî kar dikir û êvaran jî xwîndina xwe berdewam dikir. Wî li 1954'ê xwîndina navendî imamkir. Ji ber sedemên sîyasî nehêlan ew xwîndina xwe ya piştî navendiyê li warên mirovantiyê bidomînit. lewma ew neçar ma ko bêdilê xwe li Zankoma (kolîja) Aboriyê li Zanîngeha Yeknîkî ya Çêkyayê bixwînit. Piştî du salan, xwîndina xwe hêla.

Kevneşopa kultûrî a malbata wî karekê weha li wî kir ko li pey bihayên kultûrî yên Çêkîyayê ko li wan salan dihatin bin-pêkirin biçit. Piştî xizmeta leşkirî li salên 1957-59'ê, wî wekî karkerekê depa şanoyê li Pragê kar kir û bi rêya nameyan li Zankoma Şanoyê li Akademya ya Hunerên Bicihkirinê li Pragê xwîndina xwe di warê dramayê dûmand. Jib o caran pêşîn şanoyeka wî bi navê Mehvaniya li Bexçeyî li sala 1963'ê hat nîşa dan.

Piştî depesrkirina sala 1968'ê ko bi anvê Bihara Pragê hatîye niyasîn, nehêlan ko ew şanoyan çê bikit, lewma bi awayekê çelengtir hundirî sîyasetê bû. Ev bi belavkirina manîfêsto a Beyana 77'ê gehişt kopîtkan. Ev manîfesto piçekê bersiva girtina endamên banda Xelkê Plastîkî yê Cîhanê bû. Jiber çelengiyên sîyasî ew çend carekan dikevit zîndanê, cara ji hemiyan dirêjtir 4 sal bûn. Hertim jî ew li bin çavan dihat girtin. Piştî dirêjtirîn heyama xwe a zîndanê, wî şanoya Largo Desalato nivîsî ko behsa nivîsakrekî dikit ko ditirsit dubare bihêt zîndanîkirin. Ew jibo gotarên xwe jî binavûdeng bû, nemaze jibo anînezimana jîrane û zelala “piştî-totalîteryanîzm”ê (binihêre Hêza Bêhêzan, zaraveyek ko jibo wesfandina rewşa civakî û sîyasî ya nûdem dikit ko çawa karekê weha dikit xelk bikarin “di direwekê da bijîn”. Wekî alîgirekê berxwedana bêtund-û-tîjî, ew bû yek ji kesatiyên serkêş di Şoreşa Mexmelîn a sala 1989'ê.

Serokkomarî biguhêre

 
Václav Havel (2010)

Li roja 29'ê Befirbara Pêşîna sala 1989'ê, ew wekî rêberê Minbera Bajêrwar (Civic Forum, bi tevaya dengan ji aliyê Civata Federal bo serkomariyê hat hilbijartin.

Piştî hilbijartin ên azadên sala 1990'ê, ew her wekî serkomar mave. Bi ser pest û givaşên xurt ra, Vatslavî her pişta maneveya federasyona Çêkoslovakîyayê ko ji Çêkîyayê û Slovakê pêkdihat digirt. Ew dewran bi navê Jiberhevhilweşyana Çêkoslovakîyayê dihêt niyasîn. Li roja 3'ê Xêveya (HIzîrana) 1992'ê, dema ew berbijarê yekane yê serkomariyê bû, parlemana federal deng neda wî. Sedema vê piştgirînekirina endamperlemanên Slovak li wî bû. Dema Slovakan Serxwebûna xwe ragihandî, wî li roja 20'ê Xêveyê xwe ji serkomariyê vekêşa. Piştî damezrandina Komara Çêkîyayê, ew li roja 26'ê Befirbara Paşîna sala 1993'ê wekî berbijarekê serkomariyê hat nav hilbijartinan û biserkevt.

Li Befirbara Pêşîna 1996'ê hat zanîn ko tûşî nexweşiya şêrpenceya sihan bûye. Brînkariya sihên wî li nexweşxaneya Zanîngeha Innsbruck ê serkevt. Nexweşiya wî du salan piştra dîsa vegeriya.

Kêmtir ji salekê piştî mirina jina xwe Olegayê, ko di nav xelkî da gelek hezkirî bû, ew bi lîstikvana navdar Dagmar Havlová re zewicî.

Vatsal jibo cara duyê, li sala 1998'ê, wekî serkomarê Çêkîyayê hat hilbijartin. Wî li 2'ê Reşemeha 2003'ê dest ji serkomariyê berdan, dema hevrikê wî yê herî mezin, Václav Klaus di hilbijartinan da serkevtin destveanî.

Çavkanî biguhêre