Tutmaş cureyek şorbeya ji mast e ku ji hevîrê çargoşeyî tê çêkirin. Xwarineke pêjgeha kurd û pêjgeha Îranê ye. Ev şorbe derbasê romiyan (tirk) jî bûye û jê re tutmaç an Sakalasarkan dibêjin.

binnivîs

Şikevaya tutmaşê bi payîzê tê amadekirin, hişkkirin. Divê şikevaya wê tenik be. Wan li ber tavê hişk dikin. Li Çewlîg, Ezirgan, Xarpêt û gelek deverên Sêwas, Erzîromê zivistanê di taştêyê de dianîn ser destexaneyê (sifre).

Şorbeya Bîngolê biguhêre

Tirk wekî tevahiya xwarin-vexwarinên kurd, fars, ermenî, asûrî, ereb, balkanî ûêd tutmaşê jî wekî xwarineke tirkan didin nasandin. Herwiha wekî şorbeyeke tirkan bipatent kirine. Li Serhed, Dêrsimê didin ser. Bi taybetî li parêzgeha Bîngolê gelek tê xwarin. Mirov dikare wekî xwarineke Bîngolê jî bikategorî bike.

Xwarina tutbirkan e biguhêre

Bêjenasê dîrokî Mahmud al-Kaşgarî (jdb. 1008; m. 1105) di pirtûka xwe ya navdar Dîwān lughāt at-turk, rûpel 452-453'ê de nivîsandiye ku ev ne xwarineke tirkan e, tirkan paşê ew dîtine. Al-Kaşgarî wiha dibêje: "Piştî ku tirkan ev xwarin naskirin jê re gotin tutmaç lê rastiya wê tutimaaş e".

Tut, di lîstik, pêşbirkan de kesên windakirine re dibêjin. Li hin deveran ji tut re mastxwir jî dibêjin. Bi taybetî di lîstikên zarokan de armanc serketin e, xelat e. Tutkirin, dîskalîfiyekirin e.

Ji ber ku ev xwarin gelek bitehm e, çawa ku di salên 1970yî de li bakurê Kurdistanê ciwanan li ser peqleweyê tut digirtin (diketin şertê) bi sedan salan berê jî li ser viya tut dihatiye girtin, şert dihatiye girtin. Kê biser biketa, yan koma biser biketa ev şorbe qezenc. Paşpirtika +aş ji xwe di wateya xwarinê de ye. Ango xwarina (aş) tutgirtinê, tutkirinê.

Ferhengoka tutmaşê biguhêre

  • Tut, têkbirin, dîskalîfiye, di pêşbazî û şertgirtinan de têkbirina dijber
  • Tut(ik), kesên astengiya wan a axavtinê hene, hinekê vin
  • , xwarin
  • , hêre, ayre, alavê hêrandinê
  • Aşik, mîde, hûr
  • Aşxane, xwaringeh
  • Aşpêj, kesên xwarinê amade dikin

Ravekek ji herêma Serhedê:

Berkelî (melzemeyê xwarinê) biguhêre

Ava xaşandinê:

  • 5 SA (stekana-qedeha avê) av
  • 1 KŞ xwê

Hevîrê wê:

  • 1 hêk
  • Li ser daxwazê kêm am hinekê zêde ard (arvan)
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) xwê

Bo kerînekê:

  • 1/2 KÇ xwê
  • 1 hêk
  • 3 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê malê
  • Kêm an li ser daxwazê zêde, ard

Amadekirina kerîneka xwarinê biguhêre

Hêk, ard û xwê tevlîhev bikin, tev bidin. Ango hevîr bistrên. Di forma tiliyê (bêçî) de vekin, bigindirînin. Hûrik hûrik, wekî nîskê bibirrin. Van glolikên xwe di nava rûn de biqijilînin.

Çêkirin biguhêre

Ji ard, hêk, av û xwê hevîrekê karkarîkî, kerînekî amade bikin. Di binê çatekê şil de bi qasî 20 deqeyan bihêlin û şikevayan (stûrî 3 mm) çêbikin. Şikevayan di forma rişteyê yan jî çargoşekî de bibirrin. Şikevayan di şoravka 5 SA avê de bixaşînin.

Îcar jî goşt amade bikin. Tîkegoştê bixaşînin, kefa wê bigirin. Heya nermijî bû bikelînin. Ava ji bo xaşandina şikevayê ye bînin, mast, sîra kutayî û yek hêkeke xavî tevlî bikin, tev bidin.

Quşxaneyekê de goşt (bi tevî ava xwe), şikevayê tevlîhev bikin. Kelekê pê bînin. Kerîneka we amadekiriye berdin navê.