Tsung-Dao Lee (bi çînî: 李政道, lat. Lǐ Zhèngdào; * 24ê çiriya paşîn 1926 li Şanghay, Çîn) fîzîknasekî çînî-amerîkayî ye, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye. Herwiha hevwelatiyê DYA'yê ye jî.

Tsung-Dao Lee
Jidayikbûn24 çiriya paşîn 1926 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Shanghai County (Komara ÇînêLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (naturalization, 1962–), Komara Çînê (1926–1949), Taywan (1949–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zhejiang University
  • National Southwestern Associated University
  • Zanîngeha Chicagoyê
  • Tsinghua University
  • Peking University Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Zarok
  • Stephen Lee
  • James Lee Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Tsing Kong Lee Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
Xelat
  • Xelata Nobelê ya Fizîkê (1957)
  • Guggenheim Fellowship (1966)
  • Oskar Klein Medal (1993)
  • Matteucci Medal (1995)
  • Fellow of the American Physical Society Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malpertdlee.ccast.ac.cn/eindex.html Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Tsung-Dao Lee 24ê serwameza sala 1926an ji şeş zarokên bazirgan Tsing-Kong Lee (bi pinyin: Li Junkang) û xanima wî Ming-Chang Chang, yê sêyan e.

Sala 1943, dibistana navendî li Ganshou bidawî dike. Xwe li bajarê Hangshoû li Zanîngeha Zheyiangê qeyd dike. Ji ber şerê Japon û Çîn ê duyem direve Kunmingê ku li wir Chen-Ning Yang nas dike. Ji ber ku xwendekarekî gelek zîrek û jêhatî ye dewlet wî dişîne Chicago, li Zanîngeha Chicagoyê dixwîne.

Piştî doktoriya xwe çendekê li li Lake Geneva di Yerkes Astronomical Observatory dixebite. Sala 1950 heya 1951 li Zanîngeha California dersdarî dike û li wir carnan bi Chen-Ning Yang re lêkolînan dike. Heya sala 1962 bi giranî endamê Institute for Advanced Study e. Sala 1953 li Zanîngeha Columbia dibe profesorê fîzîkê.

Lee sala 1950 bi Hui-Chung Jeannette Chin re marî dibe (dizewice) û du lawên wan dibin, James (profesorê dîroka Çîniyan li Caltech) û Stephen.

Xebat û girîngî biguhêre

Lee bi giranî li ser mekanîka statîstîk, fîzîka parçeyên elemantan û angaştên bi têkildarê kûantan in re bilî bûye. Li ser astrofîzîkê jî xebitiye. Ew bi xebatên xwe yên mekanîka statîstîk ku bi Chen-Ning Yang re dikir, navdar bû, bi taybetî xebata Modela Ising.

J. Robert Oppenheimer we wekî angaştvanê fîzîkê yê bêhempa yê dema xwe binavkir. Sala 1957 di 31 saliya xwe de bi tevî Chen-Ning Yang guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hat dîtin.

Pirtûk û nivîsar biguhêre

  • Particle physics and introduction to field theory, Harwood Academic Publishers 1981

Xelat û paye biguhêre

Girêdanên derve biguhêre