Trîton, peyka herî mezin a gerstêrka Neptûnê ye. Di 10'ê kewçêra sala 1846'an de ji aliyê stêrnasê îngilîz William Lassell ve hatiye vedîtin. Trîton, xwediyê rêgeke rikeber e.[1] Yanî ew li gorî rêgeha gerstêrka ku pê re girêdayî ye, bi bereka vajî ve viz dibe. Eşkêla wê 2.700 km ye û di rojbendê de heftemîn peyka herî mezin e. Rûxara Trîtonê piranî ji nîtrojena qerisî, qeşaya avî, lajwerd û zinaran pêk hatiye[2]. Pûxteya Trîtonê ji sedî 70'yê girseya tevdeyiya wê pêk tîne. Trîton, xwediyê tîriyeke 2,061 g/cm³'î ye û nêzîkî %15-35'ê wê ji qeşeya avî tê. Girseya wê jî 21.400.000.000.000.000.000.000 kg, yanî 21.400 katrilyon e.[3]

Trîton

Trîton
Taybetmendiya rêgehê
Vedora rêgehê -5,87685 roj
Taybetmendiya fizîkê
Nîveşkêla nîvekî 1.353,4±0,9 km
0,2122(Dine 1)
Rûpîvan 23.018.000 km²
Qeware 1,0384 × 1010 km³
Bariste 2,14 × 1022 kg
0.00359 (Dine 1)
Rakêşa rûxarî 0,779 m/s2
Hişkiya axa xwe 2,061 g/cm³
Têhna ser rûyê  kêm
(-)
nîvekî
38 K (−235,2 °C)
zêde
(-)
Taybetmendiya atmosferê
Pestoya atmosferê 1,4–1,9 Pa
Elementên sereke Nîtrojen N2

Metan CH4

Wiha tê ramandin ku trîton yek ji beşenên kembera Kuiper e û beriya milyon salan ketiye golka miqnatisî ya Neptûnê. Ew beşena herî sar a di rojbendê de ye.[4] Germahiya rûxara trîtonê ji aliyê Voyager 2 ve wek -235 ° C (-391 ° F) hate tomarkirin.[5]Herçiqas rûxara wê sar bibe jî ew ji hêla jeolojîkî ve karîger e. Car caran bûyerên wekî hejek, volkan û gayzeran diqewime. Holka miqnatisî ya bi xwe ya Trîtonê heye.

Rêgeh biguhêre

 
rêgeha sor a Trîtonê û rêgeha heşîn a Neptûnê ye.

Sedema ramandina trîtonê ya wek beşena girtî, rêgeha wê ya bêhempa a di rojbendê de ye. Ew li gorî Neptûnê, di hêla vajî de doş dibe. Piraniya peykên Keywan û Ûranûsê jî wekî trîtonê beşena girtî ne. Lê van peykan, li gorî trîtonê pir biçûk in. Her wiha ku herî mezinê wan a bi navê Phoebe, li gorî girseyê, nêzîkî ji sedî 0.03'yê trîtonê tê. Hem xwediyê rêgeheke rikeber(retrograd) e û hem jî têr baş berxwar e. Trîton wekî heyva me, bi tenê rûyekê xwe nîşan dide: bi girêdayî pêlgirtî ve li derdora Neptûnê doş dibe.

Vedîtin û navdayîn biguhêre

 
William Lassell,keşfdarê Trîtonê

Trîton ji aliyê William Lassell'ê sternasê îngilîzî ve piştî 17 rojê ku li ser dîtina Neptûn ve derbas bûbû, hate vedîtin. Lassell, di sala 1820'an de ji bo teleskopa xwe dest pê çêkirina awêneyan kir. Wexta ku John Herschel nûçeya vedîtina neptûnê girt, ji Lassell'ê re nivîsand û jê re behsa peykên gengaz kir. Piştî heşt roj, Lassellî Trîton vedît.[6]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ https://www.nytimes.com/2014/11/05/science/bound-for-pluto-carrying-memories-of-triton.html?_r=0
  2. ^ Kopîkirina arşîvê (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 13 tebax 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 19 gulan 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 26 çiriya pêşîn 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 gulan 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  4. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 19 sibat 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 gulan 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  5. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 19 sibat 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 gulan 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  6. ^ Smith, R. W.; Baum, R. (1984). "William Lassell and the Ring of Neptune: A Case Study in Instrumental Failure". Journal of the History of Astronomy.