Thomas Bloodworth an jî Thomas Bludworth (jdb. 1620 - m. 1682) di navbera çiriya pêşîn a 1665an-çiriya pêşîn a 1666an da şaredarê Londonê bû. Di Agirê Mezin ê Londonê da biryarên nerast da û bû sedema şewîtandina ji sedî 75ê bajarê Londonê.

Agirê Mezin ê Londonê, 1666. Ji hêla hunermendek nenaskirî ve hatiye çêkirin

Berî ku wî kar wek şaredar hilda, Bloodworth bazirganekî dewlemend bû.

Di dema wî de agir di firrina Thomas Farriner a li ser kolana Pudding dest pê kir. Agirkujan hilweşandina avahiyên li dora agir pêşniyar kirin da ku agir belav nebe. Lê bi ser neketin. Şaredar Thomas Bloodworth ne ewle bû ku çi bike. Di hilweşandina avahiyanda gelek dereng man û agir gelek belav bû.

Thomas Bloodworth pêşniyara hilşandina avahiyan qebûl nekir. Ji cihê agir dûr bû û çû raza. Lê tevgera wî ya bêbawer bû sedema ku %75 bajêr di nav sê rojan de hilweşe. Ji roja duyemîn a şewatê, ti kesî şaredar li bajêr nedît.

Çavkanî biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.