Teyrikê garanê yan jî Teyrikê beravan (bi Latînî:Bubulcus ibis):Wek ji navê xwe jî dihê fêhmkirin ev teyrik her çiqas nêzî avan û li çiravan dijî û bi masiyan xwedî dibe jî bi granî dema xwe di nava garana ga û çêlakan de bi xwarina kêzikan derbas dike.

Teyrikê garanê

Drêjahiya vî teyrikî bi qeysî 45-53 cm û graniya wî di navbera 200-600 graman de ye. Nukilê wî yê zer qalind û kin e.Çîqên wî zer û drêj in.