Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê

Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê (li gorî çend çavkaniyan Teyrêbazên Azadiya Kurdistan an jî Teyrênbazê Azadiya Kurdistan) bi kurtî TAK (Têakê), komekê ku çalakiyên wekî sûîkastên bibombeyî pêk tîn in.

TAK

Li gora gelek kurdan, TAK rêxistineke tohildanê ye. Li gora wan, li dijî komkujiya, zext û zordariya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd hatiye damezrandin. Rêxistin ji aliyê kesan an jî komekê ve nehatiye avakirin. Weke hêzeke nerazîbûn û bersivdayîna rewa ya Ciwanên Kurd dikare were binavkirin.

Ji aliyê gelek kesên din wekî komeke terorîst tê dîtin.

Hat idiya kirin ku girêdayê PKK ne, lê ev ji aliyê PKK nehat pejirandin. HPG çend çalakiyên TAK'ê mehkûm kir.

Êrîşên TAKê biguhêre

  • Êrîşên Kuşadayê:Di 16ê tîrmeha sala 2005an de li navçeya Aydınê ya bi navê Kuşadası bi teqîna otobusekê 3 tirk û 2 jî geştyar jiyana xwe ji dest dan.
  • Di 5ê Avrela sala 2006an de di niwînera Partiya Dadwerî û Werarê ya Stembolê de teqînek pêk hat.
  • 28ê Avrela sala 2006an de li Marmarisê êrîşêk hate kirin.
  • 28ê Gelaweja sala 2006an de li Antalyayê êrîşek hate kirin.Di vî êrîşê de 4 kes mirin.
  • Di 22yê Pûşpera sala 2010an de li Stembolê êrîşek hate kirin.
  • Di 20ê Îlona sala 2011an de li Enqereyê teqînek hate kirin.Di vî êrîşê de 3 kes mirin û 34 kes jî birîndar bûn.
  • Di 23yê Berfanbara sala 2015an de êrîşek li balafirgeha Sabiha Gokçen de çêbû.Di vî êrîşê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.
  • Di 17ê Sibata sala 2016an de li Enqereyê teqînek hate kirin.Di vê teqînê de 28 keş jiyana xwe ji dest dan.
  • Di 13ê Adara sala 2016an de li Enqereyê di êrişekî de 37 kes mirin.[1]
  • Di 27ê Avrêla sala 2016an de li Bursayê êrişekî xwekujî çêbû.[2]
  • Di 7ê Pûşpera sala 2016an de li Stembolê êrîşek hate kirin.Di vî êrîşê de 5 polês û 6 jî sivîl mirin.[3]
  • Di 6ê Kewçêra sala 2016an de li Stembolê êrîşek hate kirin.
  • Di 24ê Sermaweza sala 2016an de li ber parêzgarî Edeneyê de êrîşek hate kirin.Di vî êrîşê de 2 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.[4]
  • Di 10ê Berfanbara sala 2016an de li navçeya Stenbolê ya navê Beşiktaş ê de êrîşek hate kirin.Di vî êrîşê de 36 polês û 8 jî sivîl mirin.

Çavkanî biguhêre