Tevgera Hişyarbûna Netewî ya Azerbaycana Başûr

Tevgera Hişyarbûna Netewî ya Azerbaycana Başûr (bi azerî: Güney Azerbaycan Milli Oyanış Herekatı, GAMOH, bi farisî: حرکت بيدای ملی آذربايجان جنوبی) rêxistineke azeriyan e ku dixwaze li Îranê azadiya gelê azeriyan pêkbîne. Ev rêxistin li sala 2002ê de ji aliyê Mehmûdelî Çohreqanî ve hatiye avakirin.

Armancên tevgerê biguhêre

  • Veqetîn û avakirina dewleteke serbixwe ji Îranê
  • Yekbûna li gel dewleta din ya azerî (qesta wan dewleta Azerbaycane)
  • Li gel dewletên din yên ji miletê Tirk bi dûçûna esasên unîterî, federalî, xweserî yekbûn[1].

Bingehên tevgerê biguhêre

  • Tirkperestî: bi dûçûna esasa îdolojiya Ziya Gökalp vê îdolojiyê wek bingeha partiyê dibînin[2].
  • Hemdemî:
  • Azadiya Ayînan:

Siyaseta tevgerê biguhêre

  • Ev rêxistin ji aliyê nijadî ve zêde nijadperest e heta ku heqaret û dijitiya nerewa li gelên din dikin. Ev rêxistine Rojhilatê Kurdistanê jî wek axa Azerbaycanê dibîne. Serokê vê tevgerê di axiftineke xwe de dibêje ku Kurdên li Azerbaycanê divêt çi probleman ne derxînin, eger problemekê derxînin; ew çawa hatine Azerbaycanê, wisan jî dê ji Azerbaycanê derkevin[3]. Her wiha axa Kurdistanê jî nexşeyên xwe de wek Azerbaycan nîşan didin[4].
  • Di meseleya Kerkûkê de jî, bi awayeke tund aligirên Tirkmenan in[5]
  • Têkiliya vê tevgerê li gel tevgerên Ereb erênî ye, jixwe Mehmudelî Çohreqanî bi nameyekê alikariya moralê dan xwepêşanderên Ereb ku li Ahwazê protesto dikirin dijî rêjimê[6]
  • Serokê vê tevgerê nikare here Azerbaycanê û Tirkiyeyê, ji ber ku li van welatan hatina wî qedexe ye lê têkiliya tevgera wî li gel tevgerên netewperestên Tirk gelek xurt e[7], [8]

Têkildar biguhêre

Girêdanên Derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ http://gamoh.org/meramname/
  2. ^ http://gamoh.org/meramname/
  3. ^ https://web.archive.org/web/20110610103524/http://www.gamoh.info/muraciet/bakida5.html
  4. ^ http://gamoh.org/x%C9%99rit%C9%99/
  5. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 29 adar 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 adar 2019.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  6. ^ "Kopîkirina arşîvê" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 29 adar 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 adar 2019.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  7. ^ "Kopîkirina arşîvê" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 29 adar 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 adar 2019.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  8. ^ http://www.milliyet.com.tr/guney-azerbaycan-dan-bahceli-ye-ziyaret-bartin-yerelfotogaleri-23844811/