Tendûr an jî tenûr (Persian تنور, hindi तंदूर, urdu ‏تندور‎‎‎‎, herdu jî: Tandūr, îngilîzî Tandoor) navê alaveke nanpijandinê ye. Ji ber ku lêkolîneke zanistî ya kurdan nîne, li rojavayê tendûr wekî teknîka nanpijandinê ya pêjgeha hindî tê zanîn. Li Kurdistanê gelek tê bikaranîn.

Tendûreke Kurdistanê ya ku tê de nan tê pijandin

Tendûr li Kurdistanê bi destan tê çêkirîn. Bo pijandinê dar tên şewitandin. Tendûrên mezin jî hene yên biçûk jî. Li tendûrê nanê loş, parxaç, kate, parxaça lazûtê (garis), bo xwarina ajalên malê kûtên xwarinê tên pijandin.

Tendûr di dirûvê sîlîndîrê de ye. Pirranî di erda kolandî de bicih dikin. Li jêrê re bi qulêkê ve hewayê digire. Li gundên Kurdistanê hema bigire her malek xwedî tendûrek e.

Beriya nan pijandinê tendûr tê sorkirin. Rengê dîwarê tendûrê dema spî bû, êdî amade ye.