Tehsîn Teha

hunermend
(Ji Tehsîn Taha hat beralîkirin)

Tehsîn Mihemed Selîm Teha (jdb. 25ê gulana 1941an, li Amêdiyê, parêzgeha Dihokê - m. 28ê gulana 1995an, li Holendayê),[1] hunermendekî kurd bû.

Tehsîn Teha
Tehsîn Teha (rast) bi birayê xwe yê biçûk Dimokrat Teha re (1991).
Jiyan
Navê jidayikbûnêTehsîn Teha
Jidayikbûn25ê gulana 1941ê
Amêdî, parêzgeha Dihokê
Mirin28ê gulana 1995an (54 salî)
Holenda
NeteweKurd
PîşeHunermend, Stranbêj
biguhêreBelge

Jîyan biguhêre

Navê bavê wî Taha Mihemed Selîm e. Dayika wî ji binemala Simbil Xanê ye. Malekê kurdperwer û rewşenbîr in. Tehsîn Tahir zewiciye û bavê heşt zarokan e. Tehsîn Taha li Mangêşkê dest bi dibistana seretayî dike, heya refa çaran li wê derê dixwîne, refa pêncan li Dihokê û refa şeşan jî li Zaxo dixwîne. Di sala 1955an de, li Dihokê dibistana navîn diqedine.[2] Piştî qedandina dibistana navîn diçe bajarokê Hedba ya girêdayî Nînowa (Musil). Jiyana wî ya dengbêjiyê li Nînowa dest pê dike. Di salên 1956-57an de ji Nînowa vedigere, diçe Amêdiyê û dest bi nivîsînên daktîloyê dike.

Di sala 1958an de dest bi xwendina dibistana amadeyî dike û dibistanê diqedine. Bi qedandina dibistana amadeyî re, tevlî ezmûneke Radyoya Bexdayê dibe û bi ser dikeve. Strana xwe ya destpêkê ya bi navê "Eşkere nakim" li wir di Radyoya Bexdayê de dibêje. Di sala 1960an de, diçe Peymangeha Huneri ya ciwanan û xwendina xwe li wir berdewam dike. Di navbera salên 1960-61an de, ji ber nakokiyên kurd û erebanKurdistanê û li gel xalê xwe Emer Selim tevlî Şoreşa Îlonê dibe. Piştî êrişên ereban yên li ser Başûrê Kurdistanê. Tehsîn vedigere Bexdayê, li wê derê tê girtin, bi qasî salekê dikeve zindanê.[3] Piştî tê berdan dest bi xebata mamostetiya muzîkê dike. Di sala 1968an de ji bo dibistana amadeyî ya navçeya Mexmûr weke mamosteyê muzîkê tê erkdarkirin. Di heman salê de tayîna wî ji bo Hewlêr derdikeve û heya sala 1970an li wir karê mamostetiyê berdewam dike.

11ê adara 1970an piştî mafê kurdan yê çandî ji aliyê desthilatdariya Bexdayê ve hat pejirandin, Tehsîn Taha ji bo Radyoya Bexdayê beşa kurdî tê erkdarkirin û bi Mihemed Şêxo re xebatên radyoyê berdewam dike.

Tehsîn Taha di 13ê adara 1994an de, bi hunermend Fûad Ehmed re diçe Holendayê ji bo ku konserekî bide lê piştî ku diçe Holendayê li wir bi cih dibe û nazivire welatê xwe. Li wir nexweş dikeve û wî dibin nexweşxaneyê. Nexweşiya wî penceşêr e, rizgarî ji destê nexweşiyê nîne.[4]

Di 28ê gulana 1995an de diçe ber dilovaniya Yezdan.

Termê wî tînin bajarê wî Amêdiyê û li wir dispêrin axa Kurdistanê.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "‌". knwe.org. Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.
  2. ^ "تەحسین تەها". www.khaktv.net. Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.
  3. ^ Hevin (1 gulan 2019). "نبذة عن تحسين طه عملاق الغناء الكردي والفنان الكبير الراحل". Hevin (bi erebî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.
  4. ^ "Tahsin Taha". Ji orîjînalê di 9 çiriya pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.