Tara Mamedova stranbêjeke kurd e ku bi eslê xwe ji kurdên Qirgizistanê ye. Tara Mamedova niha li bajarê Stenbolê dijî.

Tara Mamedova
Jidayikbûn22ê nîsana 1983an(1983-04-22) (40 salî)
Kok-Yangak, Qirgizistan
Pîşestranbêj
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Mamedova, di roja 22ê nîsana 1983an de li bajarê Kok-Yangak ê (li Qirgizistanê) ji dayik bû. Li wê derê 8 salên xwe yên zarokatiyê derbas kir.[1] Piştî ku Yekîtiya Sovyet ji hev ket û li herêmê nîjadperestî xurtir bû, malbata wê mecbûr ma koçî bajarê Saratov (Rûsya) bikin. Malbata Mamedova li wê derê 4 sal ma.

Dayika Mamedova wê şand dibistanên dans, şano û muzîkê. Piştre wê li Moskov perwerdeya muzîkê stend û, piştî ku malbata wê koçî Fransa kir, wê li Parîsî berdewam kir.

Tara Mamedova zewicandiye û zarokekî wê yê keçik heye. Mamedova di bernameyekê TV'yê de aniye ziman ku keça wî li Tirkiyê asîmîle dibe jiber vî yekê dixwaze keça li Rûsyayê, di nava malbata xwe ya li wir mezin ke.[1]

Dîskografî biguhêre

Albûm
  • Ax
  • Berhevkirin (stranên bijare)
Single
  • Seva çi (2022)
  • Ziv (2022)
  • Xûçe (bi Rewşan Çeliker re dibêje) (2022)
  • Çû
  • Firîn
  • Jinên Şengalê
  • Serê salê
  • Xewna giran

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Kurt û Kurmancî - Tara Mamedova | كورت و كورمانجی - تارا مامەدۆڤا (bi îngilîzî), roja gihiştinê 14 adar 2022