Ji her endamê vê komê re tamjimar (herwisa: tamhejmar, hejmara tam ; bi soranî: jimarey tewaw, ژمارەی تەواو) tê gotin. Herwisa ku xuyaye, koma tamjimaran ji hejmarên xwezayî, negatîfa wan, û sifir pêk tê. Sifir bi xwe, ne pozîtîfe ne jî negatîfe.

Nîşan

Nîşana koma hejmarên tam pîta Z e ku yekem pîta peyva Zahlen e. Zahlen di Almaniyê de tê wateya hejmaran.

Tamjimarên pozîtîf (Erênî) biguhêre

Hejmarên ku ji sifirê mezintir in pozîtîfin. Jimarxêz ji sifirê dest pê dike û bi du aliyan ve diçe, yek jê yek bi yek ji sifirê mezintir dibe. Ev aliyê pozîtîf e. Ya herî biçûk yek (1) e. Ji yekê (1) dest pê dike û heta bêdawîyê diçe. Di vê koma hejmaran de sifir (0) tune ye.

 

Tamjimarên negatîf (Nerênî) biguhêre

Hejmarên ku ji sifirê biçûktirin negatîfin. Aliyê negatîf di jimarxêzê de, aliyê çepe. Mezintirîn tamjimara negatîf -1 e.

 

Çavkanî biguhêre