Taksî an texsî, amyara veguhastinê ya bi destûra zagon û norman, bi bedêlî xizmeta mirovan dike ye. Taksî tên kirêkirin. Pirranî di nava bajaran de dixebitin. Li pirraniya welatan, ajokerên taksiyan, bi bawernameyên bazirganiyê yên xwerû bo taksîvanan tên dayîn dixebitin.

Taksiya Amedê, 2012

Li her welatê rengeke wan heye, reng hatine standardkirin. Li Bakurê Kurdistanê rengê wan zer in. Li Almanyayê divê otomobîlên bo taksiyan werin bikaranîn, ne kevn û ne erzan bin.

Amyara bo taksiyê tê bikaranîn dikare bêmotor jî be. Li Çîn, Hindistan û gelek welatan taksiyên di forma duçerxe, sêçerxeyan de ne gelek in. Hin taksî hene bi destan tên tehm dan an kişandin. Lê gava mirov behsa taksiyan bike, bi giranî yên bimotor tên bîra mirov.

Taksî pirranî di forma mînîbusan de bin jî, wekî taksî dikare mîdîbus an amyareke din bê bikaranîn. Berê li Kurdistanê taksiyên bi hespan dihatine kişandin navdar bûne. Bi taybetî li Wan, Amed, Mûsil, Xarpêt, Dîlok û Erzîromê taksiyên bi hespê dihatin kişandin gelek bûne. Niha nemane.

Rengdêr biguhêre

Li hin welatan, taksî bi gelemperî bi rengek diyar têne boyax kirin da ku ew li ser rê bisekinin.

Hinek cureyên teksiyê biguhêre